xewêkim dîbû dwê şew, çon xewêk bû nawî şekker xwab

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  575 views
xewêkim dîbû dwê şew, çon xewêk bû nawî şekker xwab
ke dar xurmay hîwam hêşûy hemû piř řewneq û şadab
nîga mul, çîhre guł, xet sunbul û, qed seru û, lêw şekker
be birjang neşter û, mûy bonî xoştir bû le mişkî nab
sikender kewte tarîkî be şwên awî ḧeyata û min
le tarîkî şewa dozîmewe řêy řastî çeşmey ab
qîyamêkî be qamet da qyamet hat be «qid qamitArabic»
wekû meḧşer bû, taqî ebroyanî, bom buwe mîḧrab
şewî yełda le řojî meḧşer peyda bû nemzanî
ke ew tarîkîye zułfî ewe wa piř le pêç û tab
çi teşbîhêke min deykem hezar bar lêy peşîmanim
ke xwa eyzanê manendî nîye emsalî ew nayab
le ber pêya le naw xaka egewzarim û lelam wabû
ke xak û xołî řêy ew bom buwete doşekî sencab
le şewqî şem’î řûy perwane asa kewtime lerzîn
le her tawêkî mûy dawê ehat û ebwe sed qullab
le ’umrî xom şewêkî wam nedî, bew řenge nûranî
egerçî jûrî tarîk û şewêkî bê çira û mehtab
sera pam bû be çaw bo dîtnî řuxsarî piř nûrî
le her çawêkma cîlwey ekird estêreyî şewtab
îşaret sed beşaret bo xewî dwê şew ke dîm «xalîdPen name
nexuş bûm û ewa bom hat deway gułşekker û ’unnab