şengebêrî

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  2952 views
şengebêrî! sałî sałan le kwêstanî, lenaw meřî
bo meřdoşîn hełt dekird ew baskî sipî meřmeřî
leber hařey goberok û gware û kirmek û jêrçene
nîweřoye leber bêrê kořî meřî řadepeřî
***
ke êwaran kezît dekirdin sê bengê û çawit deřişt
bew kezî û çawe nermane bê řeḧmane şwanit dekuşt
şengebîza besrweba sujdey debirde ber bejinit
axir toş heway kwêstanî ew kurdistanet hełdemişt
***
çêştengawan le derawan ke xot lê dekird pê xawis
be lencewlarî kîjanet şermezar debowe tawis
ahengî jîn û şadî bû beyanî ke têkeł debû
şimşałî min, xirmey bazin, girim û hořî meşkey gawis
***
şengebêrî girawî xom wênûsî cemał û cwanî?
êstaş pałênê wek caran le şwan û mêgel deřwanî?
wa min pêşmergem decengim bo wiłatî le to şîrintir
nem deda betextî şayî dena berdebêrî şwanî
***
řaste to cwanî, lebarî, nazdarî, şoxî, neşmîlî
kułimit geştirin le guł û xałit řeştirin le zîlî
cyabûnewet derde, bełam toş dezanî tamî nîye
jwan û şewřaw û diłdarî, řaz û nyazî be dîlî
***
zorî nemawe bête ber nemamî hewł û xebatim
le dagîrker pak bêtewe xakî pîrozî wiłatim
çek dadenêm, goçanekey caranim hełdegirmewe
to her bêrî be, min her şwan, firîştey tase û awatim