meterêzî şeref

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  1766 views
lêreş lenêw ew lêř û şax û berde
lêreş legeł ew hemû dax û derde
lêreş lenêw şořşî xwênawîda
lêreş le serkewtin û tengawîda
lêreş lenêw zebir û zengî załimda
lenêw saçme û dûkełî napałimda
lêreş lenêw giř û agir û asnida
le beramber tank û topî dujminda
lêreş lenêw deryay řiqî bê bestên
lêreş lenêw kuřanî tołe’estên
lêreş lenêw şepolî xwên û kefda
lêreş lenêw meterêzî şerefda
xoşewîstim lebîrim naçî tawê
demfiřênê bałî xeyałim ta wê
herçend dûrim, bełam xoş bê xeyałim
aware nîym wa dezanim le małim
***
her bîna dît řimî koşkî zordarî
geyştîne lûtkey çyay řizgarî
řewî temî xem û mijî pejare
bûjanewe ew hetîwe hejare
kutkî kawe û hêzî pêşmergey diłsoz
řojî řeşî kirde newrozî pîroz
mêşkî pija ejdehakî mêşkixor
celladekey estoy kewte ber sator
gîra, řûxa, xapûr bû qełay sextî
weber pêlaqan dira tac û textî
hetreşî çû erteş le tirsî lawan
xwêřî bezîn, hatewe řojî pyawan
netrey nema dujmin leber pêşmergem
legişt lawe hełat û neygirt bergem
zordarit dî heławesra serewbin
oxjinî hat diłî germî bêwejin
xwênřêjit dî gewzî lenêw xak û xwên
řazayewe giłkoy şehîdî bê şwên
twanewe desbend, kelepçe, zincîr
kiranewe derkî qefez le yexsîr
estiřawe firmêskî řołe kujraw
estênrawe tołey bê kifin nêjraw
bizey hatê lêwî le xoşî bêbeş
cilkî gořî soranî şîn, berg řeş
le şîngayan geřa geřî řeşbełek
«şem» û «şemzîn» girtyanewe destî yek
geřanewe aware bo cêjwanan
giranewe le xene pencey cwanan
ca ew kate be hetwanî azadî
sařêj debê birînî namradî