řêbwar

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  514 views
řêbwarêkim
beqed mêjû werz û sał û sedem dîwe
beqed mêjû
çiqłî řêgam le nêw sîng û dił çeqîwe!
beqed mêjû
dêwezmey be samî řêga
le asmanî çawekanma
estêrey geşî çinîwe
beqed mêjû
firmêskî çawim siřîwe!
řêbwarêkî çewaşem û
xom nazanim bo kwê eçim
tarîke şewî nûteke û
estêreyek pê nakenê
her laqêkim be layêka hengaw enê!
destî řast û destî çepim
be qed mewday sinûrekan le yek dûrin!
cesteyekî birîndarim...
zamekanim qûł û be betref û nasorin
wek xemêkî mêjînem û
le naw kiłpey agirdanî ewînêka hełqirçawim
wek axêkî dû keławîm
hełmî naxêkî xinkawim!
min řêbwarî mêjûy tałî diłî xomim
her eřom û her eřom û her cêmawim
hawar ekem!
em řêgaye nabřêtewe
ta pê be şwên yeka neçin
dił û gułî be yek biřaw dest le milî yektir neken
destî řast û destî çepim be yek negen
ta le jwanî ewînêka peyman taze nekirêtewe
em řêga nabřêtewe
nabřêtewe!