fîraq

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  1222 views
min ke sûtawî fîraqim, îtir awim bo çîye
xeznedarî gencî ’îşqî tom, dirawim bo çîye
kem be şimşêrî biro qesdî diłî zarim bike
min şehîdim, tîxî tîjî tazesawim bo çîye
min be bednawî le dinyada benawbangim bełam
yad û nawî tom le dił bê, bang û nawim bo çîye
wek piłingî cengełî ’eşqim be serbestî dejîm
zułf û çawî tom hebê zincîr û dawim bo çîye
em cîhane çoł û hoł û min ẍerîbêkim nenas
nîştimanî xom dewê dinyay giławim bo çîye
min le tenyayî gelê tenyatirim lem şareda
małî xem her awedan bê jawejawim bo çîye
bo feramoşî berew meyxane řakêşim meken
mest û keylî saẍerî ’eşqim, şerawim bo çîye
min ke peymanim legeł řoḧî hetawa bestuwe
naz û xemzey wirde tîşkî nawbenawim bo çîye
min murîdî ḧezretî perwanem û ẍerqî giřim
nûrî řuxsarim dewê, şem’î şikawim bo çîye