çewaşey ewîn

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  432 views
çyayekî bêdeng û tem girtûm
be matem newîwe serim bo binar
le diłma nemawe çirîkey kewê
henasey biřîwim xemî řojgar
***
hewarêkî çoł û befir lêdraw
mezarî hezaran şikofey ḧezim
miłozim le her lawe tengyan çinîm
piřûkawî şaławî dewran ezim
***
diłopey gerûy piř heniskî xemim
wişey nadyarî peřey defterm
biloqî jyanî be jan qałdiraw
le jêr desełatî diřî xencerim
***
gułî xenderanî ezanê ke min
le kam qîn û nefret enałê diłim
gułêkim le dinya be dił bû gułêk
bełam gerdelûlê řewandî gułim
***
berew kêhe layê serim hełgirim
ewey wa dyare tirawîlkeye
lemêje çewaşey ewînim bełam
ewîn her le pertûk û namîlkeye