ẍezełî fîraq

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 2 minutes  976 views
egerçî zexmî dił nasore qed daway dewa nakem
be dawî şîwen û nałîn meger dulber be dawa kem
nemawe bawî ’îşq û nawî dił, bazařî diłdarî
serî xum hełgirim derçim biřom û řû le seḧra kem
ewndey dił şikandim yarî diłřeq şerte wek mecnûn
lemewla řû le qîbley ke’betul’uşşaqî leyla kem
ẍubar û tozî awêne be awî řûn nebê naçê
meger min her be mey fîkirê be ḧałî řoḧî şeyda kem
witî zahîd: ke peymane be berdî tobe bişkêne
biła bimrê řeqîbî seg sifet min karî wa nakem
deřom, em kafiristane becê dêłim, xuda bîka
le şarî ’aşiqanda dulberêkî taze peyda kem
le ser rêbazî xwênî ḧezretî perwane çen xoşe
be hêzî awrî şem şuřşê mestane berpa kem
feraqî toye teqdîrim, heta řojî ḧeşir gyane
meger ta nefxî sûrî ’aşiqan her şîn û wawa kem
be maçê awrî dił řenge damirkê bełam hergîz
le řêy ’îşqa eger bimirim teqazay nařewa nakem
ẍezel berteske bo hawarî ’aşiq xozge emtiwanî
le hîcran û fîraqî guł fuẍanê bulbul asa kem!