nameyekî hêmin bo hejar
xoşewîstekem pîre hejar
boye pêt dełêm çunke êsta ke şukir her zeq û zîndûy (hezaran mindałe kurdit benaw kirawe) edî çit lew netewe lêqewmawe, damawe dewê, her ewendey le dest dê. dena eger pêy kiraba kotełîşî bo deřazandyewe, bo her gileyî le kurd dekey? ew şa’îre ’ereb û farsaneş ke êsta hêndyan pê hełdełên meger le xizmet xelîfe û ya baregay şa bûbin dena be zîndî ser fisyan pak kirduwe, řaste swał kîmyaye, bełam bo şa’îr na. leber çawî xoman zorî be xwêrî û pîryan hełkut û le birsan mirdin.
kê min û toy naçar kird bibîne şa’îr? xoman eweman be xoman kirduwe. bawkî min kemî bo min becê hêşt? bo xom le qumarî şê’irda dořandim.
bawkî to pêy xwêndî wîstî bitkate mela (berxî babin bo nebûy?) dezanî ew feqê qadrey to winit dekird elan çende dewłemende? awałekanî xoman ke beqed ḧeme aşewanîş le ’îlim û şer’ nagen, be řîş û peşim û kewa û sîwakewe, î wayan heye mîlyardêre.
min lemêje dewey geyîwim qełem nanî pê peyda nabêt, ew sał lew miłkey bawkim boy becê hêştûm tewaw bê kem û zyad beqed şwanêkim pê geyîwe, bo xom şahîd bûm emsał melayek ke pêm waye le tewawî ’umrîda dû peřî kaẍez netwanîwe be çi zimanî dinyaye řeş bikatewe, swêndî xward gutî: be sed hezar timen nabme pêşniwêj. cige le sereftire, qerarî kird, mîwe û teřekarî û mast û penîrî leser dê bê. bo xoşt dezanî ser qełemane (aşî pê degerê) de biřo babî babim her «qanun» wergêře.
le bîrme carêkî «wirdî» řeḧmetî řexney le «koř» degirt ke bo wergêřanî «şeřefname» zoryan pare dawe be to, xełkî zor lê bû, gutim kuřîne û kiçîne êwe şahîd bin min du ewendey koř dawye be hejar dedem be mamosta bew şerte bitwanê şerfinamey kurdî û farsî le «seqafey kurdî» bo ême bixiwênêtewe. êstaş ḧazirim ḧaslî sałê dahatûm bidem bew mełayey ke qanûnî ’erebî û farsî bitwanê bê ẍełet bixiwênêtewe.
taze to quřî bo mamosta «’ela»y řeḧmetî depêwî ke xwa hełnagrê le hemû kurdêkî baştir ḧeqî qełemî çeprekî wergirt.
ba des lewane hełgirîn, gowarî emcareman fîday kitêbî dersî bû. çapxane wegîr nedekewtin. keçî řimênî yekcar lesere. řojê her pêman dekirê kaẍezî kuř û kiçe lawekan bixiwênînewe. şitî başîşman bo dên. geywete zor cêgayan û serincî zoranî řakêşawe. em ejmareşman ewe nêzîk be tewawbûne, to neferî ḧewtemî ta pêrê ke cedwelî ḧelkirawî bo nardiwînewe, pêm waye xwa yar bê bo beharê deykeyne mangane, çunke cige lew hemû nûsînaney boman dê şitî dirêjîş zor denusin ke le jimareyekda naḧawêtewe û bo dû jimareş nabê. be daxewe kadirman zor keme û hemû şitêk debê bo xoman cêbecêy bikeyn ke sed derdî taybetîşman heye.
kitêbêkî piçûkî farsî û yekî başî kurdîşman heye ke xerîkîn çakyan bikeyn û bo çapyan binêrîn.
beřastî «feyzî zade» şitêkî başî amade kirduwe û îznîşî dawe destî têwerdeyn, êmeş bedłudaw xerîkîn bełam karman hênde zore derost nayeyn.
dwênê «az qizay riḧimitPersian» şêx ’ebdulqadrî şemzînî beserî kirdibûynewe. pêman gut ême dirawman nîye, bełam eger to dirawman bo le mirîdan bistênî mesnewî «şêx ’ubeydîlla» çap dekeyn. qewlî da ewî pêy bikřî bîka. kak «sałḧ meḧmûd» fermûy min nusxeyekim le la heye eger le lay êweye temasî degeł bigre minîş lêre soraxî dekewm. dena qazî nayda.
hêmin