şa’îrî nîştiman

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 3 minutes  837 views
êware bû
aso mekoy çend gewał û pełe hewrî aware bû
be diłêkî piř tase
nuqmî firmêsk û henase
berew cêjwanekey caran
le lêwarey kanyawî nazdaran weřê kewtim
le řêgeda dîm ’afretêkî çemawe le dem aw çokî dadabû
çarşêwêkî befrîney be xoy kêşabû
qijî sipî le ximî şîn hełkêşabû
zamî pencey beser gonayewe mabû
dyar bû zor car řûy řinîbû, le xoy dabû
dûr dengim da:
to çi kesî? ey ademî
wa diłteng û perêşan û dił be xemî
bangî kirdim:
hewraz were
carê to biłê çi kesî
min aşnam ger şîrit pak bê demnasî
piř be çya hawarim kird:
min şa’îrim
min xawen hest û diłřifên û mahîrim
le destim dê
be çînî wişey agirîn hewretrîşqe bedî bênim
dirk û dałî ser řêbazî řêbwaran bisûtênim
 
detwanim bibme ziryanêk
le amêzî behar û xakelêweda
lalezarî baxî şeddad wekû payîz bitekênim
 
le destim dê
bibim be bûmelerzeyek
hezar qełay qurs û qaym biřûxênim
 
detwanim bibme deryayek
le şepolêk hezar lafawî keştî xor wedî bênim
be lafawêk hezar papoř bixinkênim
carî waye debim be bulbulî dengixoş
le lûtkey kêw be soz û coş deçrîkênim
dekewme ser zimanî daykî nîştiman
nîweşewan bo řołekan layelayeyek dexwênim
bew ahenge, le yek şewda be yek destim
mîlyon, mîlyon, lankî gelim řadejênim
mîlyon, mîlyon korpey gelim dexewênim
dena debim be goranî
leser lêwî kuř û kiçanî nîştiman deçrîkênim
baweş, baweş xunçey awat û arezû depşikiwênim
beharî nîştimanî pê deřengênim
 
ca çon êsta netnasîwim?!
le řîzî gewre hêzekan netnûsîwim!...
dayepîre lew lama be dem nałewe pêy gutim:
kuřî dayey, hênde mełê min şa’îrim, min şa’îrim
şa’îrêk ke řêgey xoy lê negořabê
wişe û řiste cwanekanî le pênawî birîqebrîqî zêř û zêwda nedořabê
bo gelekey kuřêkî baş û bekełke
şa’îr tenya her kuřî daykî xoy nîye, kuřî xełke
hênde mełê min şa’îrim, min be kelamim saḧîrim
dayepîre pêy degutim û bo lam dehat
le dawênî bonî xak û xołekey nîştiman dehat
nasîmewe bełê daykî nîştiman bû
daykî min û zigsûtawî gelêk qebrî pîr û cwan bû
ewcar zanîm min bê edeb cûłamewe
lewey zyatir çaw û řaw û dim heraşî pesend nebû belamewe
serî gêjim berdayewe û zerd û xecałet mamewe
le dwayîda wekû kuřêkî be’emeg
be ayînî wefadaran, sê çwar caran
serî řêzim danwand û
demuçawim leser xak û xoł xewand û
dest leser sîng gwê be ferman, hêdî hêdî kişamewe
lew řojewe her kutûme min şa’îr nîm
bew hêzewe ger nîştimanim awa dî zor be xomda şikamewe
baweř biken zor be xomda şikamewe