nifrîn

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  385 views
nifrînî min
çekî diłî tengî mine
nifrînî min
teqînewey şewezengî besam û bêdengî mine
nifrînî min
tikey dû lêzge esrîne
nałey diłêkî be birîne
girfey ahî agirîne
her kwê deçî
nifrînim dawêngîrit bê wekû mindał
nesîb bê diłî teng û asoy tem û jyanî tał
nifrînî min be ceyaz bere
her kwê deçî
ceyazit her leser sefer bê
asot her temî leser bê
jyanit piř le peşîmanî û nahumêdî û zerer bê
nedîdey xoşt be towe derbeder bê