bîrewerîye zêřînekan

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  315 views
ax çî lê hat
ew řojaney jyan be diłî hemûman bû
ax çî lê hat
ew řojaney her çî dił bû şadman bû
herçî guł bû, bê xezan bû
gwê bigre ba bot neqił kem
ew sałey çwar werze fesłî gułan bû
 
zistanane...
her çî kîj bû le kanî bû
her çî kuř bû, le serban bû
beharane...
her çî kuř bû le kêwan bû
her çî kiç bû
ya legeł polî bêryan bû
ya le mendî û kengiran û seyran bû
 
hawînane...
her çî kuř bû le meydanî têkoşan bû
her çî kiç bû le hewar û le kwêstan bû
payîzaneş...
 
hemû lêk ko debûynewe
her be řoj marekirdin bû
şewane xenebendan bû
nîweşewan, ewey pîr bû de cêda bû
ewey law bû le cêjwan bû
ax çen xoş bû
ew şewaney le małêk şayîloẍan bû
ewey pîr bû le dîwexan, tamezroy beyt û ḧeyran bû
ewey law bû le kołanê
be tasey çopîkêşan bû
le layekî bełênî û qewl û peyman bû
le layek sirit û xurit û yadgardan bû
kes nîye wekû xom bizanê
ewdem jyan çende cwan bû
 
bełam êsta...
lapeřî jîn wergeřawe
her çî yarî wefadar û ehlî diłe, hełbiřawe
 
bełê êsta...
tenya min û
dîwêkî piř le dukełî cigeran û
konexemêkî giran û
qełemêk û kaẍezêk, şemêkî nîwe sûtaw
şî’rêkî hełnebestiraw
hezar tase û hezar awatî xinkaw û
hezar bestey nebêjraw û
diłêkî agirîn û danemirkaw û
yek pencere ke deřwanête gořistanî awayî
 
keçî dîsan hîwadarim
lenêw befir û bestełekî her dû çiłan, min çaweřwanî beharim
min dezanim pêkołe û diřû, xunçeyan lenêw nebirduwe
diłim řûne, min dezanim, guł nemirduwe
carê zuwe, beharî ’aşiqaney min řanebirduwe
pîrbûnî çî? ewe taze xom le dunyaye heł kirduwe