bêwefayî

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 3 minutes  806 views
diłim degrî
giryanêkî be kiłuko
piř le xefet, piř le boso
diłim degrî
wek mindałêk bûkeşûşeyekî hebê û xoşî bwê
destêkî tir lêy bişkênê
wek kotrêk
taqe cûcełeyekî bê û hełoyek lêy bixinkênê
wek bulbulêk
le dunyada, tenya xunçeyek, şik berê û carubare boy bixiwênê
destêkî ẍerîb û namo bîçnêt û lêy biřfênê
wek melêkî bê serpena
hêlaneyekî germî bê û řeşeba lêy biřuxênê
diłim degrî
giryanêkî piř le şerim
esrînim wek wirde baranêkî nerim
be agirî tebî xefet azay leşim wekû mumêk dagîrsawe germ germ
xembar tenya diłî mine
gułî dizraw, gułî mine
bêcge le qirçey derûnim le zor layan
degate gwêm dengî lawje û keřenayan
hełpeřkêyek be diłî lawan
be keyfî bała lawlawan
le ḧewşey gewremałêka dêt û deçê
diłî mine deşêldirê lejêr pencey çopîkêşan be xakî řeşda řo deçê
be dîtnî ew dîmene çeq û çoyek benêw leşmida degeřê
bîrewerîye cwanekanî pêkewebûn
wek biruske be mêşkimda tê depeřê
ew řojaney ke dûbedû
berew çya demangirt destî arezû
be pêkenîn, le řêgeda
guł û sewze û gij û gyaman pêk dadeda
deçûyne ser kanyawe piř le awekan
deçûyne dem şetawekan
wek dû pepûley bextewer
têr degeřayn le deşt û der
le dwayîda, be gułçinîn, be pêkenîn
be pencebazî û şeře’aw
legeł dwayîn zerdey hetaw
wek dû nîsê, bêdeng û be aspayî
dexuşînewe nêw awayî
xoşewîstim katêk le cilî bûkênîda
lejêr tara, lewpeřî diłřifênîda
belay mina řadebirdî
kiçołekan be sema û be çepłeřêzan
berew kejaweyan birdî
temêk beser her dû çawî diłim kişa
be tewawî twamewe le şewî řeşa
katê kejawet kewte řê
be şil şilên û be sema
bûnewer le dêda nema
be goranî, be hełhełe û bezim û şayî
dûr bûyewe, le awayî
minî xembar becê mabûm be tenyayî
pîresaz, dezrîngayewe
çya dengî dedayewe
hey şil, hey şil, hey toq le mil
hey xakim beser çaw be kil
katê kejawey to berew hêlaney çarenûs deçû
emin le dawênî çya
korpey taqe awatekem leser koşim gyanî derçû
lenêw qełay diłxinkênî pejareda
lew deşt û çolewareda
awazî nermî şineba derî hênam le tenyayî
besteyekî bo gutmewe
be ahengî layî layî
lankî diłmî řadejand be aspayî
dezanî besteke çi bû?
piř be çya deyçirîkand
bêwefayî, bêwefayî ...