pirdî ewîn

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  575 views
lew řojewe pirdî ewîn mewday diłî min û toy kirde hengawî
hemû şewê
dîwekey xom dête xewê
le dîwe bêdengekema zor dengim wegwê dekewê
şewî yekem
xirmey xişił û zêřî bûk û destibzêwî taze zawa
şewî dûhem
le layek dengî şeqşeqe û le layek tirîqey sawa
şewî sêhem
bonî şîr û memkimje û cîřey lankî daregwêz û layelayey piř le soz û be her dengê hestêkim lê dejêtewe
be her çirkey katejmêrêk
çya çya řunûy xemim detwêtewe
diłim ałbumî awat û
hîwakanim hemû beharî nehatû
ca nazanim şewî toş wa řadebrê
ya her minim yadî ’îşqî to demgirê