sûtman

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  358 views
xoşim nawêy
heste biřo
emřo katê bê çawîlkey xoşewîstî řwanîme to
dîtim bałat wekû caran berz nebû
bałay tom kird be cigere
nêwî xotim leser nûsî
agirim da bê sê û dû
çawe gewrekantim
kirde jêrsîgar û
piřim kird le şiqarte û filter û sûtû
xoşim nawêy
min pilakî ewînî tom le małî diłim kirdewe
be yekcarî sûtandim û tołey diłî sûtawî xomim kirdewe
eger to diłî xot kirdote awêney kesêkî tir
minîş diłî xom dekeme qabî wêney kesêkî tir