bûkebarane

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  366 views
ême xełkî qaqřawayn
qaqřawa mełbendêke ke xełkekey be tasey awî baranin
kuř û kiç û pîr û lawî be řoj û şew qeřawłî asmanin
diłyan xoşe bew hewraney le asman têk dexuřn
destyan le her karêk dabê, çawyan le asman debiřn
qaqřawa mełbendêke
kuřekanî be hełbest û be ney û tar
kiçekanî be ballore û be narenar
hemû dełên şemał were
şemał were le kwêstanan hewr bêne
leser zewî û zarî wişkî qaqřawa bibarêne
kuř û kiçan be dezgîran bigeyene
qaqřawa mełbendêke
ke xełkekey hemû şewa
be xewnan bextewer debin heta beyan
xew debînin be berhem û bêstanewe
be çom û şînawerd û daristanewe
lewan waye ke xawenî beheştêkî berîn debin
le çomanda swarî lutkey darîn debin
çaweřêy dahatûyekî şîrîn debin
bełam şa’îrî awayî
be derkewtinî şebeq û řûnakayî
agay lêye mindałekan
her kam leser şanî xoyan dawełêkyan çeqanduwe
ałebûkî sûr û şînyan le dawełan ałanduwe
bepêy petî bedûy yeka řêçke deken
xoyan be małan dadeken
hemû be koř sirûd dełên, hera deken
bûkebaran awî dewê
awî nêw deẍłanî dewê
hêlkey bařokanî dewê
esrînî bûkanî dewê
ewey ke baraney newê
qetî nebê nanî şewê