tenya le çya

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  429 views
her min mam le çyay tem û lêł
le cêřawgey betałî xêł
hawřêy kołêk pejare û xem
asoy dûr û humêdî kem
hîwam wa bû
beheştêkim bo pêk bênî
şewan hestî
bêşkey sawam bo řajênî
yaran řoyîn min mamewe
be polûy meynet twamewe
gerdelûlî řêbazî jîn
winî kird beharî řengîn
hîwam wa bû le amêzî xoşewîstim
dengî naskî tirîqey sawayek bibîstim
diłim tenge, leşim serde, ẍemim zore, řuxim zerde
řêbwarêkî mandû diłim
amanc dûr û bê menziłim
be tenyayî le dawênî kejî awat
çaweřêy newbeharêkim bełam heyhat
lenêw şewgarî tenyayî
le çolî, dûr le awayî
ke tem beser çya dekşê
dełêy destêk diłim dekuşê
be xom dełêm
naske pencey sařêjgerî birînim kwa
tirîfey mange zêwîney ewînim kwa
ey hawřazî jînî tałim
bûke zêřîney xeyałim
serçawey xewnî řoyayîm
hawałî katî tenyayîm
jyan bê to lelam barêkî sengîne
laşey serdim
jîlemoyekî bê tîne
awêney awatî dêrîn
mînay amancêkî zêřîn
lejêr barî bê hîwayî
çiřjî da be espayî
awat lelam wekû xewnêkî ałoze
katî lawîm zistanêkî bê newroze