dengî çom

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  430 views
dengî çome dengî çomî dête gwêm
xo lewane çom nîye ey min le kwêm
dengê çomekîye çomî lêł deka
bo dizînî masyekey min fêł deka
min le çomî masîyekim şik debird
gewherî ’îşqim le dił perwerde kird
masîyek bû şox û nazdar û necîb
kewte tořî nabekar û nanecîb
dengî çomî dengî masyekey mine
dengekey her mawe gerçî lêm wine
boye ger gwê şil dekem bo dengî çom
dête xwarê çomekey esrînî xom
xełkî ew dim çome masîm nadenê
yaweranî hawwiłatî bimgenê
xełkî ew dim çome zułmim lê deken
yaweranî encûmen çim lê deken
serwesîtim bin eger hatû nemam
her ledim çomîm binêjin wek nemam
ta eger řêy kewte dem çomî gułim
pê bizanê kwêye şonî menziłim
takû bimbînêt û bîbîsê be gwêy
ger neyandamê, minîş mirdim le swêy