emin û pepûle

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  363 views
emin û pepûle ew demey xem dexzête małman
şem dekujêtewe û şewî řeş deşkênê bałman
ahî betîn û xwênî dił têkełî řengî şew dekeyn
her dû be yadî řûy şem giř degrê xeyałman
ew le xemî şemî geş û min le xemî şemî diłim
takû beyanî naxewîn kes nîye bipirsê ḧałman
emin û pepûle bêkesîn hawdem û řazî yektirîn
sazî şewaneye kizey şîwen û nałenałman
çunke le sûçî hîç diłêkda nîye bîr û yadman
emin û pepûle bişmirîn nabîstirê hewałman
ême be dił řefîqî yekřengî şewanî yektirîn
pêkewe her dû hest dekeyn şîrîne jînî tałman
ew şeketî giřî şem û min le fîraqî cewrî to
pêkewe piř be dim dełêyn tif le wefay załman