hewrî xefet

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  482 views
ew hewrî le asmanî diła xoşe bibarê
řêjney xefet û tengidłî biřjênî be carê
dił her wekû bałindeyekî lane biławe
kewtote demî tîjî hełoyek le pesarê
destî řojgar lapeřî şûmî wereqêk bû
sermayeyî jînî minî dořand be qumarê
kewtûmete amêzî siřî xak û denałim
kes nîye le leşî bê řemeqim derbênî xarê
hewrî řeşî ḧesret leser asoy minî şêwaw
dîsan pełeyî meynetî da, hate xwarê
şîbay siřî pa’îz le beyanêkî beharî
lêy da, le gułistanî temen birdî be carê
perwaneyekî wêłî çiray tawłî miradim
laşey şeketim mawe leser xałî hewarê
çon bû ke lepiř tîrî felek day le serî min
xo min ne heło bûm û ne çûbûme şikarê