řazî şew

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  472 views
şewe estêre dedrewşên le aso
zewî taray řeşî kêşaye ser xo
gelê destî nehênî şew le karin
lejêr taray şewan û nadyarin
le layek xetim û secdey pîrî diłpak
le layek ne’retey mestanî bêbak
le layek sirit û xurtî cûte diłdar
le kołan û kelên û derk û dîwar
le layek fîtefîtî lawî cêjwan
le layekî tiruskey agirî şwan
le layek nałenałî pîre bilwêr
le dawênî kej û kwêstanî zenwêr
le layek nûze nûzî tiflî sawa
le layekî kejawey bûk û zawa
le layek taqmî ser řê û banan
xerîkî řaw û řûtî karwanan
şewe dunya be hîway řojî řûnak
le qaw nada mebestî pak û napak
beḧeq û nařewa zorin le şewda
nebez bêdarin û ẍafił de xewda