derdî pîrî

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  232 views
nazanim çonim pîrî geyye ser
çonî lê girtim goşe û dewru ber?!
pîr û ze’îf û ser lêşêwawim
lutfî tom dewê xuday banî ser
beharî ’umirim bû be payze sał
wek befrî zistan řîşim hate der
koxe û nalên û hawar û řořo
her leber pîrî lêm kewtûne der
be goçan nebê řoynim zeḧmete
lerz û bêhêz û bê laq û leter
be gencî çon bûm, şox û qît û qoz
be fîz, be demar be tane û teşer
xoşîy jyanim lê bote xewn
çawim nabînê řuxsarî diłber
şêr û piłing û ejdîhay kêwî
çi ḧedyan hebû min bikene der
kwêstanî lawîm zerd hełgeřawe
lêm bûne eẍyar nazdar û esmer
bûme yexsîrî nefsî emmare
kirdewey çakim nebû ẍeyrî şeř
şirîtî ’umirim hatote dwayî
herbîna cêm hêşt dinyay piř keder
pîrî day hêna qedî şimşałim
teřayî nehêşt le gyan û ciger
pişt çemanewem mayey pîrîye
sîs û jakaw û bê sem’ û beser
çaw be çawîlke û dest be goçanim
nemmawe meylî çûnî deşt û der
hengaw şil bûn û bê xurd û xewîm
ta dwênê lewan hîç nebû xeber
herçî kirdûme gişt bedbextîye
penam her etoy seyîdî serwer
êstaş dembînî nexoş û çiłmin
bê tab û taqet, pîr û quřbeser
nefes û şeytan û dunyaperistîm
leser řêgey řast xistimyane der
serpakî e’zam wek goşt kuławe
xwaye zor şukirim be qeza û qeder
xudaye bo xatrî řesułî ekirem
le dawî şeytan bimanhênye der
xwaye pêş pîrî zor xoşe mirdin
pîrî mirdine bo benî beşer
le řêy se’adet hîdayetim dey
dûrim key le řêy piř xof û xeter
«aşûfte» ḧał û perit û perêşan
nesûtêm be giřî agirî seqer