bo biray beřêz mela «bayezîdî menguřî»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 3 minutes  281 views
ey řefîqî xemřewênim, menguřî, kak bayezîd
ey nimûney alî sêman, řołeyî merd û řeşîd
ey dirêj û řêk û barîk, sergeley xełkî «nełên»
yařebî her payedar bê û, bext û îqbałit se’îd
kewkebî bextit dirxişan û meqam û mertebet
řujî řûnakit hemîşe piřsirûr bê çeşnî ’îd
zor lemêje dił le tawit şîn û giryey pîşeye
mat û xembar û perêşan «mwî syahim şid sifîdPersian»
małeket wek beytî ’enqa, îsme her cisîmî nîye
dost eger dostî bwê, ferqî nîye qurb û be’îd
xozge bew sałey le «bêwranLocation» pêkewe çun ’endelîb
řoj û şew wêney kewî şax denxiwênd şî’ir û neşîd
jînî êstakem lela sexte û, leser şan bote bar
sed hezar xozgem be dewrî «kewkebî» û «ḧacî řeşîd»
’aşiqî çawî kejał bûy, çît dekird leyl û nehar
ya ne xot pyawî sefer bûy, ya le řêda bû berîd
yadî xêrî katî lawî her dekem, min subiḧ û şam
toş wekû min pîr û pekkewtey qedî elifit xemîd
«ałwetanLocation» û «kewpeřLocation» û «tirkeşLocation» lewan to çît dekird
şademarî şadî to bûy xoş qise, ’eynî lebîd
êste pîr û peřişkistey nawêrî koxeş bikey
xuşke «řuqya» lêt deda, wek fîl ke nařwa bê ḧedîd
besye ewcar řû le heq ke, mirdinit mîwane to
saz bike bargewbine, bo řojekey we’d û we’îd
çawekem, tacî serim, kak bayezîdey nuktebêj
řûḧekem, aramî gyanim, qale bayzey xoş newîd
bo sefer amade be, ta key xeyałî hîç û pûç
wek cehennem lirfete hawar dekey «hil min mizîdArabic»
agirî dozex desûtê řoj û şew bo ’asîyan
bang deka amademe «likil cibar ’inîdArabic»
bo çîye? pyaw her becê dêłê meta’î bê nirx
feřş û mafûre û qisûr û koşk û talarî cedîd
her dełêy sûtawe laqit, nîte aram û qerar
katî ta’etkirdine nek hełpeyî dinyay pelîd
nêzeket çî dî ḧewałey mezre’ey xełkî meke?
řenge hî toş kewtibê, wek hînekey «’ewła se’îd»
řoj û şew girmet dehat, wek cwanegay «ḧacî şefî’»
«berde keř» şahîd be toye, şînemezray «dołe bîd»
cêgekem girdi’aşewane û teb’î şî’irim zor keme
zor nizîke sard û serma «fatîḧîPen name»t lê biken şehîd