guł xel’etî leber kird

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  232 views
behare kewte zarî, her ẍezelxiwêne bulbul
be diłêkî şad û xuřřem, biłind bû bo serî çił
neẍmey berî beyanî degate çerxî gerdûn
’aşiq debê weha bê, eger tełeb bika guł
fesłî behare ’aşiq, şîwen dekat û degrî
teskîn debê be maçê, şeřař û awrî dił
şêwawî zułfekanit ẍaret deka dił û dîn
ey serwî diłistanim, ey xermenî guł û muł
şîrîne bergî daran, qews û quzeḧ şebîhin
wek qametî guł’endam, nerim û teř û şil û mil
guł xel’etî leber kird, newroze fesłî geşte
xunçey demî tiraza, be dem sebawe çił çił
maçê le lêwî ałit, dewaye bo derûnim
qetrêk le ’areqî řût, biław deka xemî dił
ew yare diłřifêne be naz û ’îşwe fermûy:
ey «fatîḧîPen name» gułî tom, dû destî xot bike mil