çûme seyrî bax û gułşen

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  271 views
elḧeqî, tazenemam û, badeyî mestane guł
wek gułî ser lêweco şadab û dem xendane guł
bê wiçan dêt û deçê, řuḧ wek pepûle ’aşiqe
şem’î řwî qîbley murade, perçemî řîḧane guł
xałî ser lêwî wekû şehd û şeker pêwendime
zułf û egrîcey legeł gêlgêle her lerzane guł
dem be xende û pêkenîn, ser ta qedem her naze ew
bow diłey piř meynetim, taqî biroy zîndane guł
çawî kał û lêwî ał, xunçedem û şîrîn cemał
laberî ẍayle û xeyał û şahîdî peymane guł
çûme bax û seyrî gułşen, pêy gutim pîrî muẍan
wa le bezmî meyfiroşan, saqî û canane guł
ger be qanûnî ḧebîban, řû le ḧucrey min bika
’eyş û noş, bose û kenar, maçî demî herzane guł
mêxeke û bermûr û mûrî çûne ser sêwî memî
çîn be çîn zułfî dirêjî ’es’esî kułmane guł
bulbulî gułzarî ’îşqim, neẍmexwanim dem bedem
«fatîḧîPen name» xunçey behar û ḧorîye, řîzwane guł