merhemî zamî derûn

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  317 views
diłberî xoş menzerî řûmahî tabanim nehat
şox û şengî newnemamî serwî bustanim nehat
ew behar û payz û hawîn û zistaneş xelas
çaweřê bûm, yarekey kakoł perêşanim nehat
bextî bêçarey řeşim neykird û çarey dił nebû
pîrî îřşad û řefîqî kořî řendanim nehat
ew hemû derd û cefa û azare min çeştim, ebed
yarî ẍemxor û hewałî kuncî zîndanim nehat
cerg û dił sûtawin û, çaw awî swêrî lê biřa
ew tebîbe diłřeqey bê ’ehd û peymanim nehat
pîrim û mizgewte cêgem, sed gunah û tobeyek
bo tedawî derdedarîm şahî xubanim nehat
bazî tîjbałî terîqet, merhemî zamî derûn
nazenînî diłřifên, xunçey beharanim nehat
«fatîḧîPen name» tenya becêmawî le lacan, bo xeman
ey dirêẍ! bo hawdemî dewranî caranim nehat