pêncixiştekî leser hełbestêkî «zûdî»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 3 minutes  214 views
erê ey nûrî dû dîdem, erê ey mahî tabanim
erê ey xunçeyî jînim, erê ey mahî ken’anim
heta key her bikem zarî, etoy şem’î şebustanim
«ela ey munîsî qelbim, le dûrît wa herasanim
le dił lanaçê ’îşqî to wekû firmêskî çawanim»
erê boç her binałim ey ’ezîzim, hawdił û derdim
bigate asmanî bê sitûn nałey diłî serdim?
bebê to wişk û bêhêzim, řeq û teq her wekû berdim
«le dûrî toye xem derdim hełênawe weha zerdim
murîdî tom eger mirdim nekey, key selbî îmanim»
diłim danawe kunkun bê, be nûkî tîrî mujganit
serim nawê wekû go ger be şeq nedrê le meydanit
temaşa wek super wame, le bo def’î ḧesûdanit
«eto be qisey řeqîbanit, be mestî çawî fettanit
be kakołî perêşanit řifandit qelbî biryanim»
eto kîjêkî pak û diłřifên û şox û nûranî
nema qewl û qerarî to, çi bû ey diłberî canî?
minî ’aşiq le dûrî to denałim bûme biryanî
«’ecayb wa be asanî le ’ehdit kird peşîmanî
ke to her kîjî caranî minîş her lawî caranim»
meke men’î minî şeyda, le baxî nar û sêw û bey
le řêgey ’îşqî toda, nałenałim dê be çeşnî ney
ne bextim ma ne îqbałim, xuda ew zułme takû key?
«xuda hełnagrê hênde be narî ’îşqim ezyet dey
dûçarî derdî hîcret key, diłî perit û perêşanim»
be çawî piř le nazî to, ne dił mawe ne îmanim
wekû bulbul le gułşenda xerîkî nałe û şînim
be mergî to qesem gyane, şew û řoj germe nałînim
«be goşey ḧubbî pêşînim, ke pirsî ḧałet û jînim
hetîwî zułfî çînçînim, xelef mawim le yaranim»
şehîdî qametî tome, debê to bî mededkarim
ne xew mawe ne xorakim, nexoş û diłbirîndarim
le seyrî bax û gułzarim, ne mexmûr û ne huşyarim
«be ẍeyrez şîwen û zarim be řoj û şew nîye karim
le dûrî qametî yarim wekû weḧşî le kêwanim»
eger yarim bida maçê, ewende ’eynî şadîme
beharî ’eyş û noşî min, bebê ew namuradîme
le her çwar fesłida cana, dekem zarî, kesadîme
«beharan şîn û zarîme, be hawîn wêłî wadîme
be payz na’umêdîme, leber ḧepis û zumistanim»
le jêr şabałî ḧusnitida, muqîmî kuncî giryanim
leber şamarî dû zułifit, nemawe řaḧetî gyanim
wekû bulbul le tawî guł, be daym her ẍezelxiwanim
«be nałem new’î hewranim, be çawim kanî baranim
henasey ateş efşanim desûtênê dił û canim»
birayanim! ewa demirim hemûtan bên biken şînim
werin pol pol û çîn çîn, zû biken tekbîrî tekfînim
dû zułfî yarî şirînim le dewrim ken be perjînim
«řefîqanî dił û dînim, du’ayî axrî jînim
muḧellî ken be amînim, le jînî xom herasanim»
were qumrî behar dahat, le em çił řake bo ew çił
bixiwêne neẍmeyî xoşt, be şewq û zewq û sozî dił
ewêsta «fatîḧîPen name» dûrî le yar û mesken û menził
«wekû bulbul le tawî guł, denałênê be taw û kuł
deka «zûdîPerson» le seḧnî dił, fuẍanî des ḧebîbanim»