pêncixiştekî leser hełbestêkî «nalî»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 3 minutes  272 views
dest û pê zincîrkirawî nefis û şeytanim, deřom
ẍeyrî bed’exlaqî nembû çakeyek, çen řencerom
ya «risul alilhArabic» esîrim, çaweřêy fermanî tom
«wey ke řûzerdî medîne û řûsyahî mekke xom
derkiraw û derbeder, yařeb dexîlî ’efwî tom»
her wekû bulbul denałim dayma bo cennetit
şêt û dîwanem emin, řûm naye bême xizmetit
nîme sermayey beheştit, xot û lutif û hîmetit
«defterî e’malî min, bê qetreyêkî řeḧmetit
key be sed zemzem, syahîy nuqteyêkî lê deşom»
’umrekem řoyî befîřo day le leş sozey xerîf
řûřeşim nemkird tewafî beytî pîroz û şerîf
diłřeq û çareřeşim, napak û diłpîs û kesîf
«ke’be îşraqî wekû xurşîde, min çawim ze’îf
lêm buwe řoşin ke bu’dî qurbe, qurbî bu’de bom»
debdebey şahî leberçî pûçe zîllet kafîye
řû le heqkirdin ’ezîzim xoşe ’îzzet kafîye
dûdłî labe le dił řû le qîblet kafîye
«bo cîwarî heq le her cê sîdqî nîyet kafîye
min le «bît alilhArabic» înşełła «bi’ezin alilhArabic» deřom»
çaw le destî feyzî tom, ey xawenî lutif û kerem
milkeç û zar û zelîln bot şehî řom û ’ecem
ba bikêşim derd û azar, meynet û cewr û elem
«lêm ḧerame dane û awî ḧemamatî ḧerem
min ke bazî dîdebazim nek şewarey destemom»
ay ke çend bê abřûm, bê ’îsmetim, çend natewaw!
zor le heq dûrim, legeł naheq be daym têkeław!
besyetî ey nefsî ẍafił heste bibře bend û daw
«ta be key wek řawîye û, wek sanîyey sê pel şikaw
bê tewaf û se’î û ’emre her bixewm û, her bixom»
xoşe ḧałî ew kesaney ger be soz û helhelen
xakî ber pêy sałḧan, her be nałe û welwelen
ẍerqî beḧrî xoşewîstîn, çaw û dił wek cogelen
«min lewanem çî ke wa ehlî wesîle û mes’elen
’amîl û naçar û meẍdûr er biłên her bêne bom»
dûr le çake û, şeřfiroşim, ya «risul alilhArabic» meded
destî min damanî to, bo řojî tekfîn û leḧed
her umêdim toy, gunahim zore bê ejmar û ḧed
«xewfî min lêre leber zorî gunahe yek be sed
gerçî ’asî û muznîbim, emma muqîřiř û bê dirom»
’adetî waye zemane, ya şile yan xestîye
çust û çalake le layek, layekî tir sistîye
lezzetî dinya betałe, her zelîlî û pestîye
«şadmanî bê wefaye, yarî têrî û mestîye
yarî tenganem xeme, ba herxemî xom, xom bixom»
řû le çakan wernegêrî «fatîḧîPen name» sed car eman
çaw le destî pyawî sipłe qet nekey bo aw û nan
saz bike barge û bine û toşe le bo řojî neman
«lamede «nalîPerson» le enbarî cîrayey sałḧan
gerçî bibye xoşeçînî daneyî xermanî řom»