beharî ladê

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 4 minutes  3354 views
behare, katî kare, xoşewîstim bo çî bêm bo şar
eger min bême şarî, kê we’esto bigrê karubar?
emin kirmancim û kirmanc, ke hat fesłî behar wek har
debê bixulêtewe kêw û telan û benden û nîsar
heta peyda bika nan û neba bo xełkî şar hawar
***
lewey dwawe debê qołî heta anîşkî hełmałê
hemû řojê heta êwarê biçte cût û comałê
ke bûlêłî şewê peyda bû enca bêtewe małê
bebê wey kes hebê bîşêlê, yaxo piştî damałê
ke nanî xward û lêy nûst ta beyan nabê le xew bêdar
***
ewêsta kakî cûtyarî bekarî çabuk û mezbût
bebê bakî, bedłipakî, bepêxwasî besîngî řût
dedêrê aw, deçênê tow, deka cê şetłî peyn û kût
deřêjê areqe, peyda bika ta bo minałî qût
pişû nada, wiçan nada, weřez nabê le erk û kar
***
hemûyan tundutoł û gurcugoł û çust û çalakin
hemûyan bê fiřufêł û bekar û sade û pakin
le ladêda xirab zor kem debînî nêr û mê çakin
ne alûde be’ałkoł û ne fêrî beng û tiryakin
debê bê dersî exlaq lêre bixiwênê kuřîjgey şar
***
betał û tifit û sard û germ û naxoşî jyan řadên
begij tîn û biłêse û befir û baran û hewrda dên
penîr û řon û mast û hêlket bo le dêřa dên
xurî, mazû, ketîre, deẍił û tûtin berhemî ladên
nimek xurdey desî werzêre şêx û ḧakim û serdar
***
dekêşin zeḧmet û naxon wekû wan nanî xořayî
deken kar û deřêjin areq û najîn beřîswayî
le seryanda nîye poz û îfade û fîzî aẍayî
le sayey zeḧmet û řenc û le sayey kar û azayî
beserberzî dejîn bo komeł û gel nabne serbar
***
nîye dawên û destî xełkî ladê pîs û alûde
ledes naçê wext lêre bexořayî, bebêhûde
ewan wek êwe najîn tembeł û bêkar û asûde
ewan wek êwe naxon şerbet û şekiraw û pałûde
le kwê bênin piław û goşt û xorişt û fiř û fîsar?
***
ewan wek êwe naken poker û pasor û as û nerd
yekêk sergermî şêwe êstekane, yek xerîkî werd
ewey tiryan xerîke hełdewêjêrê le kêłgey berd
yekêk małû deka yek dadeçênê taze şînawerd
ewey tir hełdepertêwî lik û popî çiłûkî dar
***
debînî yek ewe meşẍûłî hełgêřanewey bane
ewey tir dademezrênê pilûsk û çote gwêswane
yekêk kutkî ledes daye, yekêk bêłî leser şane
yekêk deşkênê berd û yek xerîkî şûrehełdane
bełê nabînî kakî xom le ladêda kesê bêkar
***
kiçêk pêyetî dû goze belence deçte ser awê
kiçêkî tir şekoy hełgirtuwe deřwate parawê
jinêk çend maşerî pêye, deyanhênête ber tawê
jinêkî tir bedestařî dehařê genmî bodrawê
berew mał bûnewe polêk û polêk deçnewe bo bijar
***
’ezîzim to were êre ke çaw le cwanî nabê têr
bibîne xaw û gyabend û hełałe û swêsin û şillêr
lelayek zawemak deřwa, lelayekî deken hawêr
lelayek baskî hełmałîwe bêrî meř dirawe bêr
debînî dîmenî wa cwan lenaw bazařî piř azar?
***
çi xoşe kař û kûřî meř, çi xoşe piřmekey keḧlan
çi xoşe fîtefîtî şwan, çi xoşe uḧekey gawan
çi xoşe xirmekey xiřxał û bazin û jêrçeney kaban
çi xoşe neẍmekey bilwêr, çi xoşe lawik û ḧeyran
çi xoşe dengî balore, çi xoşe howerey cutyar
***
were êre û mepirse to edî çarşêw û řûbend kwan?
were êre û bibîne çawî mest û bejin û bałay cwan
were êre û bibîne wirde hengawî berew cêjwan
were êre û bibîne nazî bêrî û desbizêwîy şwan
biço naw řeşbełek biguşe desî doy nask û nazdar