emegî gułan

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  2483 views
hate der mangî yekemî behar
mêlaqe sûre le lêwî cobar
herwa kemêk dûr wenewşêk bû şîn
wenewşêkî çon? milkeç û serşîn
be wenewşey gut mêlaqe carêk
le mêje heme le to pirsyarêk
eto ke pelkit wa sûr û geşe
derûnit bo çî xełûzî řeşe?
mêlaqe:
çit lewey dawe des hełgire lêm
řazî derûnim bo be to biłêm
wenewşe:
swêndit bo dexom heta bimênim
ew řaze lekin kes nedirkênim
mêlaqe:
des hełnagrî gwê řagre bom
takû pêt biłêm derdî diłî xom
emin le xakî kurdî řwawim
be awî sardî kanî dêrawim
be şewbay çyay biłind û serkeş
řengî pelkî min buwe sûr û geş
çakey kurdanim le çawî daye
lenaw gułanda ewe řewaye?
kurd wa hejarin min hejar nebim
ewan daxdarin min daxdar nebim
derûnim řeşe, cergim sûtawe
wetî kurdistan dagîr kirawe
lomey min dekey wenewşe keçî
bo xot serşîn û dij û milkeçî
wenewşe:
minîş bederdî to giriftarim
perwerdey xakî kurdî hejarim
ke to henawit bo kurd buwe řeş
minîş bo kurdî serim na le heş
be milî keçim wek kurdî deçim
ke kurd milkeçin minîş milkeçim