çaweřêm ger yar kerem ka

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  497 views
çaweřêm ger yar kerem ka, maçî lêwanim bese
pêkenînî zarî xunçey kîjî kurdanim bese
’aşiqî dû çawî kałim, bê qerarim řoj û şew
bo tenafî gerdinim daw, dawî zułfanim bese
dił wekû mindałî sawa, şekir û nuqłî lêm dewê
şehdî lêwî diłberî serwî xeramanim bese
ḧorîy û qesir û qisûrî cennetim nawê emin
gułřûxî şîrîn qedî řûmahî tabanim bese
kwêr û nabîna û xemînim, min le dûrîy diłberim
her wekû ye’qubPerson cemałî mahî ken’anim bese
ey felek takey binałim sebir û aramim nema
yarî bała ’er’erî xoş ’ehd û peymanim bese
min kewa pîr û ze’îf û bê dił û sewdaserim
şîwen û giryan û nałe û qelbî biryanim bese
ger gułim řû kate małim, der bixa nûrî cemał
nanî gał û herzin û xeřnûk û gełwanim bese
dest û damanî gułim bûm pêm gût: ey řûḧî řewan
bonî ’etir û mîsk û ’enber, zułfî řeyḧanim bese
«fatîḧîPen name» çîdî mexo xem, to biłê bew diłbere
perçem û egrîce û, dû marî serşanim bese