wesyet

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  356 views
řołe řûnakî diłim bixiwêne, xwêndin gewhere
pyawî zana serbeser zêře, wicûdî zîwere
xwêndin emřoke le bo gişt pyaw û jin, pîr û minał
feřze bo her kes, çi feřzê? feřzî e’la û ekbere
řołe «xalîd» řameweste, gyan bext ke bo weten
nîştîmanit dayke, daykîş, tacî serşan û sere
řołe «xalîd» dujminit şeytane her dêt û deçê
bîkuje, kwêrî bike, řûy řeş bike, ew bedfeře
řołe xwêndin řêy necat û bext û îqbałî gele
hîç nîye cehil û nezanî, ’îlme zêřî eḧmeře
řołe zanîn û huner emřo be kełke çawekem
çûn le dinyada seraser, xwêndin emřo yeksere
řołe wesyet bê le to pêşmerge be bo hozeket
bo weten diłsoz be diłsoz, bo neyar hełmet bere
lazme bo ême xizmet keyn be gel, qewm û wiłat
pyawî bê behre û nezan, darêkî wişk û bêbere
xoşewîstîy nîştimanit, der nekey řołe le dił
nîştîmanit wek beheşte, xołî mîsk û ’enbere
řoj û şew destew dû’aye «fatîḧîPen name» bo nîştîman
nîştîman baxî beheşte, awî, awî kewsere