19

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 5 minutes  1549 views

çêştengawêkî direng bû fiřoke be asmana wek waşe bo nêçîr esûřayewe, ke hîçî bedî ne’ekird ew darudewen û kejukêwey edaye ber lêzmey şestîr û girmey bomba! çekdarekanî leşkir takutera biławeyan lê kirdibû. her yeke xoy lepena berd, çał, bin biniçk û kwêreşîwêka mełas kirdibû. cwamêr ke lepena tawêrêka danîştibû çawî biřîbuwe asman. her givey fiřoke dûr kewtewe destî kird be gîrfanya nameyekî derhêna ke le lawewe boy hatbû. derî hêna û bo sêyemîn car xwêndîyewe.

cwamêr!

gyane min daway lêburdin le to ekem, çunke hîç çakeyekim legeł toda nekirduwe le diro zyatir. lew řojewe to gîrawît heta êsta min diro legeł to ekem. emeş hemûy sûçî yekem dirom bû. îtir wek marekey şêx omer le gerdinim ała, herçendim ekird û ekoşa nem’etwanî xomî le dest řizgar kem, benaçarî diroy kem edaye berî bo ewey řaygirim û heres nehênê. awha bem core katêkim zanî kêwêkî diro kewtuwete beyniman, ke be dirêjayîy emsał min le xwam wîstuwe be her çeşnê bêt bitwanim hełî kenim le bin û neyhêłim, bełam her çendim ekird zatim ne’ekird. pêş ewey to bêytewe etirsam, etirsam eger řastî bizanît řiqit lêm hełbistê û lekîsim biçît. bełam ke çawim pêt kewt tê geyştim ke eger agadarî xom nebim û zor leserxo û beşêneyî em kêwî diroyet leber çaw la nebem, lewaneye lekîs xoşt biçît û şêt bibît, boye kewtime diroy zyatir hełbestin. nexêr emca naçar bûm xełkî keşî beçeşnêkî zyatir têwe biglênim!

legeł eweşa heta baştir lewe egeyştim ke em kełeke diroye ser nagrêt û le çawtirûkanêka řastît bo der’ekewêt û hemû řencim ba eyba.

ke to gîrayt kes neyzanî le kiwêyt û çît beser hatuwe. lepaş şeş ḧewt mangêk hewł û teqeła û tika twanîman şwên û bendîxaneket bidozînewe, ewîş beyarmetîy xizmêkî dûrî daykî darawe ke lew şare qomîser bû ke toy lê gîrabûyt. nek her toşman le paş‌mile pê nasand û desteber bû ke herçonêk bêt nameyekmanit bigeyenêtê, çunke ewsa qedeẍe bû, mawey kesyan ne’eda peywendîtan pêwe bikat, betaybet be towe ke be serkirdeyekî gewrey «partî...» danrabûyt. ke hatme ser namenûsîn serim suř ma çît bo binûsim?

çi diłxoşîyekit bidemewe? çî heye pêtî biłêm û şêt‌wiharit nekat? ca ewe řeway heqe? ey çî bikem? waz bênim hîçit bo nenûsim, şerme û diłîşim nayhênê. namet bo binûsim û basî jineketî tya bikem ke bedem janewe becêt hêştuwe şayetîy napyawîye le xomî edem, çunke way der’exa agam lêyan nîye, hat be bîrma lew şewezengey jyanit momê dagîrsênim tirûskayî bixate tarîkistanî zîndaneketewe, hîwayekit bideme dest be dirêjayîy sałanî bendîxane kawêjî pêwe bikeyt û xewî pêwe bibînît. hîwayek boy bimênî û xotî bo hełgirî. damna ewet bo binûsim ke nûsîm, «kałê kuřêkî cwanî êsk‌sûkî buwe nawman nawe hîwa». eme seretay dirokem ya diroy yekemim bû. biřwa bike ewsa ke kirdim hîç be bîrma ne’ehat řagirtinî em diroye ewende ekewêt leserim, egîna řenge hełm nebestaye. dway eme ke ḧałî bendîxanetan gořa û gwêzraytewe bo «n...» û namet bo nardim û daway namey kałê û wêney hîwat kird, naçar bûm askołî xuşkîşim řakêşme naw dawî dirokemewe ke carubar namet bo binûsêt be nawî kałêwe. ewebû zû wênem bo nenardît, bełam to ewende serit kirde serim naçar bûm wêneyekî daray kuřmim bo nardît.

îtir bem çeşne her diroyekim komełê diroy key ewîst bo pałpiştî.

hemû pakane û byanûşim ewe bû ke nyazekem çake û eşmibînî kewa çi řoşnayîyekim xistuwete jyanî tarîkî naw zîndantewe û çi xwênêkim le demarta hênawete coş. boye heta nizîkî berbûnit hîç peşîman nebûm le dirokem! bełam lewsawe, peşîmanan şaxyan lê biřwaye le min eřwa, betaybetî dway berbûn û hatnewet her wexte bû şêt bibim, nem’ezanî çî bikem û çon xom řizgar kem û çon řastît pê biłêm. ew řoje ke pêm witî: çûn bo małî pûrî herwa hat be demma, nemzanî xwa wêranî ekat bo ewey dirokey min bişarêtewe, şardirabûşewe, hîç nebê ta beynêk. bełam çûne naw «li. a. n»t mawey diroy nehêştim.

pêwîste řastî bizanît, betaybetî ke be mirdinyanit zanîwe û şîwenî xot bo kirdûn, îtir boçî neşzanî ke çon mirdûn.

bełê kake cwamêr kałê mird, bełam beser minałewe, xoy û kuřekey her ew řoje mirdin ke toy tya birîndar kirayt. bêguman gunahkarî gewre û sebebkarîş le mirdinyana ew dujmine zordare xwênxoreye ke toy benaheqî nagunaḧ birîndar û ḧepis kird û ewanî bew ḧałe hêştewe û hatuçoy tya qedeẍe kird, ke xełk û xwaş netwanin diktorêkîşî bigeyenin be sera, her nebê bo dax le dił‌derkirdin.

eme bû dastanî dirokey min, îtir lêm ebûrît ya ne!

birat: li...

cwamêr ewende girya hemû namekey be firmêsk teř kird. wek le xewa bêt gwêy le dengî hawřêkanî bû boy egeřan û eyanut:

― cwamêr! kiwayt, lekwê xizawît! were derewe ba biřoyn bordiman biřayewe ...

namekey xistewe gîrfanî ser diłî û çawî siřî û beřakirdin xoy geyanewe hawřêkanî.