18

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 9 minutes  1092 views

nizîkey mangêk dway ew şewe êwareyek lawe berew mał ebuwewe, dû sê řoj bû le wext û nawexta cwamêrî ekewtewe bîr. lew řojewe ke parey cê‌xanuwekey wergirtibû le kiřyarekey le dayerey tapo, le hîç kunêkewe dernekewtibû. le kesîşî nebîstuwe dukanî kitêbfiroşîy danabêt! eger cwamêrî baş nenasyaye lêy ekewte guman û eyut:

kewtote dway afret û qumar û xwardinewewe, ewendey pê naçêt parekey lê der’ehênin û wek masîy mirdû ekewête ser aw. bełam eyzanî ke cwamêr lewane nîye, meger bendîxane gořîbêtî! legeł eweşa řewştî mang û nîwî řabirdûy way pîşan ne’eda. biłê çî, dûr nîye le latîya wa xoy pîşan dabêt, pyawî lat xwardinewe û qumar terk nekat çî ekat! minetî nebê ba biçê her wîskî bixiwatewe wek «m.m»y hawřêy qutabxanem le îmtîḧana witî: binyadem załme le awî nehrîşa mele ekat û le awî beḧrîşa! her çonêk bê řabwardinî lemewlam ebê bê cwamêr řêk xem. xwa le bełay biparêzêt zor derd û azarî dî. lem çeşne bîraneda bû le sûçî kołanekeyan pêçî kirdewe aso memend berengarî bû, zerfêkî daye destî û be’espayî witî:

― eme hîy cwamêre!

îtir wek erz qûtî dabêt çon lepiř derkewt waş leçaw win bû.

le katêka lawe beḧepesawî zerfekey xiste gîrfanyewe û xerîkî gileyî bû le bê‌wêłî û sardîy aso, ke lay xoy dostî caranî em zortir bû ta cwamêr. lawe awřî dayewe dî dû zelam le piştyewe ehatin, yekêkyan «t...» kuřêkî geřekekeyan bû, xełk lêy kewtibûne guman ke peywendî be dayerey asayşewe hebê. eme behêztirîn pakaney bo bê‌wêłîyekey aso kird û zor řeḧmetîşî nard bo gořî bawkî kewa ewende bexêrayî fermanekey tewaw kird kes her hestîşî pê nekird.

lawe bo diłnyayî nextê leber dergakeyan xoy řagirt. wîstî legeł «t...» qise bikat, bełam em neyxiste berî witî:

― çonî kake lawe! ewe çî bû kuřî memende goc çawî be to kewt wek řawî nên boy derçû! ebê îşî çîy hebê le geřekî ême? xwa çakî kat beynêke serman sûke!

― beřast ewe çî bû, tîj be lama tê peřî serim lê têk çû ew bê ya ew nebê?

― ne’ ew bû, min baş nasîm, be lama tê peřî. dyare bê selam. çunke ême casûsîn ewanîş nîştimanîn! nazanê eger casûs bûmaye ewm begirtin eda. qey nakat bed be xwa.

― bed xwa, êste oẍir bêt!

― be xwa nyazim heye serê le małî xuşkim bidem legeł cemalî xałim eçîn. şewîş benaçarî lewê emênînewe. key xwa awê bem agireda ekat û xełk řizgarî ebêt. hemû mirdîn, besebes! xwat legeł.

― xwatan legeł.

leberxoşîyewe witî:

― aferîn aso gyan boxot û destubirdit.

lawe her ke geyşte ewdîw dergakey xoyan zerfekey le baxełî derhêna û kirdyewe. lepêş hemû şitêka komełê de dînarî lê kewte xwarê, ke jimardî penca dane bû. înca nûsrawekey xwêndewe ke eme bû:

«kake gyan!

lêm geřê ba ber le hemû şitêk carêkî tir supast bikemewe beramber bew erk û azarey le řûy xom û mał û minałmewe tûşt bû.

kake! lêt naşarmewe kewa be dirêjayîy sê çwar mangî dwayîy bendîxane, mêşkim meydanî xebatêkî bêwçan bû le myanî deskewt û xoşîy xom û deskewt û xoşîy komełda.

«ke řizgarim bû çî bikem! xerîkî pêgeyandinî hîwa û kałêy xom bim, ya jyanim bo hênanedî û pêgeyandinî hîwa û xoşîy gel terxan bikem? bo xom bijîm ya bo xełk?» lepaş em xebate tałe «xom» serkewt beser xełka bew behaneyey ke de sał lepênawî xełka gîrawim û jin û kuř û xom tûşî ewpeřî azar û derd û kwêrewerî bûyn legeł eweşa yekêk derûyekî lê nekirdînewe. lepaşa gel kesî zore, hîwa û kałê bêkesin, le min zyatir kes şik naben. ewey tûşî bûm lepênawî gela bese îtir, lemewla xerîkî hîwa û kałêy xom ebim, hemû jyanim bo ewan terxan ekem. bełê beserzarî encamî zoranekey mêşkim wa bû, bełam řastîyekey eme serkewtinêkî fişeł û bêbnaẍe bû. çunke zor car ehat be bîrma axo bextyarî û xoşîy hîwa û kałêy min etwanrêt le bextyarî û xoşîy xełk cya bikirêtewe?! aya etwanim gułî hîway xom pê bigeyenim le katêka ke baxî hîway gel wişkî kat û xełk be awatî xoy negat? aya dujmin řêy eme eda û baweř bem xo le gel dabřînem ekat?! aya eger xo le gel dabřînekem ewende tewaw û yekcarekî bê ke dujmin baweřim pê bikat nabê be mayey nengî û serşořî bo xom û mał û minałim? kes baweř bewe ekat ke dest‌hełgirtinî em řijême bogene xwênmije le yekêkî wekû min, bênirxî buwe?

ne’ min xoşim lew baweředa nîm ke bebê nirxêkî giran cêbecê bibêt! eme barî bîr û lêkdanewem bû ta hatmewe. ke hatîşmewe beser wiłatî wêran û małî kawil û dostî gîraw û kujraw û xizmî mał tałankiraw û xełkî bêtawanî le jêr dara řizênrawa hatmewe, zyatir le caran ew nizmî û napyawîyem bo derkewt ke le řêgey dest be kiławî xogirtin û xetesûrê le xom dûrêda be serim dêt. řenge pyaw le katêkî napyawî û tirsinokî û bêwreyî û zaretrekîda biłê «ḧîz û selamet», ey eger wekû mame řeşey xoman eyut: ḧîzîş selametît dest nexat, çî ekey? le encama damna hemû em řastîyane bixeme pêş çawî kałê û lêy bigeřêm ew diłî xoy bikat be serpişk, kam řêy bo hełbijardim ewe bigirim. řenge lem biřyarema tirsinokî û le lêpirsînewe û le encam xodzîneweyekî tya bêt, bełam sebaret bew derd û pejareyey de sał kirdibûm be gerûy kałêda be xawen heqim ezanî em care çarenûsî hemûman bixeme destî ew, egerçî carî pêşûş we nebê bedest min bûbêt. bełam wekû dît ḧisabî kałê û hîwaşim ewe bû be hîç derçû, her wekû xwa wîstibêtî ew behaneyeşim bibřêt!

ca kakî xom dway ewey ke beser min û mał û minałî min hat, dway ewey bînîm be ber çawmewe çî beser gel û wiłatekeşim dêt, ewendey serî derzîyek pyawetî û cwamêrî leweda ebînît ke yekêkî wekû min sełit û qułit û hest be lêpirsîneweker û firmanî nîştimanî û neteweyîxwazan, serî xoy kiz bigrêt û mil bidate nan peydakirdin. nanî çî û bo kê? kê heye nanê bew nirxe bihênê? namerdit neken ba xwênî em hemû law û pîr û jin û pyawe hîç bê, ke nabê lay hîç xawen‌wîjdan û şerefêk emeş weha bê, bełam girîman hemûy hîç! ey xwênî minałekanî xom? ey tołey hîway gyan û şîrînî jyanim herwa befîřo biřwa? eger lêburdin û çawpoşînî destidar piř bê le pyawetî, lêbûrdin û dest‌hełgirtinî bêdest piře le napyawetî û serşořî û nizmî û gyanî bendayetî! ca bîrim kirdewe û hemû layekî meselekem berawird kird legeł yek, le xorî nîweřoy qirçey hawîn baştir dyar bû ke şwênî min şaxe nek şar, firmanî min xebatî çekdarî dijî dagîrker û çewsênereweye nek dukandarî û ḧîzebxoyî! hîway min her hîway min bû, bełam şořş hîway hemû gele. hîway bêhîwayan û hîwadarane! boye biřyarim da ke biçme řîzî xebatewe û her bo ewey barî xoşim sûktir kem cê‌xanuwekem firoşt, kewa nîwey parekeym bo nardît. hendêkî, wate «penca»y lebrîtî ew dest qerzey datmê û ewî keym bo hełgire bo tengane! nîwekey keşî edem be serkirdayetîy şořş. hîwam heye le řûy winbûnî minewe tûşî hîç naxoşîyek nebin. her bem nyazeş bû ke le małtan gwastimewe û le hendê cê qiseşim pê witbûn. ebê lêm bibûrît ...

têbînî: eger name ya şitêkit bû etwanî behoy ew kesewe bomî binêrî ke em nameyet edatê.

birat c....» lawe herdû çawî piř bû le aw. tifekey gerûy qût da û leberxoyewe witî:

― heqî bû, ey çî bikat? hemû pyawêkî tirîş her ebû wa bikat. beřastî kuřêkî bedbext bû. hîç şitêkî bo nehat. xwa bikat le xebata wa nebê, egîna serîşî enête banî. xwa lêy negrê zor sûçî daykimî tya bû, askołî bidaye mêjûy jyanî herdûkyan egořa û betewawîş egořa. meger minîş biçme ser ře’î cwamêr xoy ke ełê leway bûnewe le çarey nûsrawe weha bê wekû bû, ke emeş hîç manay nîye. ew dastanî birîndarkirdiney xoy boy gêřamewe, bû be binçîne bo hemû em kwêrewerîyey dwayî. behengawêk, bebawêşkêk, be’îstêk, beqeytanî qonderekiraneweyek, beheł’engutnê hemûy egořa. nałêm çatir ebû ya xiraptir bełam hergîz eme ne’ebû ke bû.

řenge hendê kes biłên kewa encam her eme ebû ke bû, bełam em qiseye řast nîye. eme beřêkewt bû, řêkewt û bes.

bîrêkî hat be mêşka zerdexeneye girtî û witî: dey ewîş beser çû. eger le şar bimayewe řenge be dirêjayîy řoj birînî sařêj bibêt û bîr le mał pêkewenanewe bikatewe, bełam êste. hey‌hû! hey‌hû! weyş cwamêr gyan beřastî heqte ewende biřwa be bext bikeyt!