bêzarî le pijder û yadî geřanewey bo silêmanî

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  276 views
ey felek ta key binałim bem ẍem û hîcranewe
wek muhacîr derbeder bim, bem kej û kêwanewe
ḧałetî min waqî’a, řojî ezel teqsîm buwe
dûnperistî to leber çî bem hemû ’înwanewe
min řezamendim, bem eḧwałeş, detirsim ’aqîbet
bêy be ’eksî bimkujê, bem derde bê dermanewe
gerçî řûzerdim, le qapî ḧeq penaşim her ewe
min be řûzerdî û ewîş bew řeḧme bê payanewe
ey ecel tûbî xwa zore le diłda meqsede
biçme mewtîn, memkuje, bem ḧesret û hîcranewe
ta key axir wek esîr bim min le mułkî pijdera
bextî bedbextim bigêřê, bem der û dîwanewe
leḧzeyek aram û řaḧet nîm le mekirî çerxî dûn
hem le ’eksî tal’ û ya ehlî em wêranewe
besye tal’, ta key axir ser le xew hełnagrî
ta xełasîm bê minîş lem cewre bê samanewe