sogwarî be boney mirdinî hawseryewe

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  305 views
emin dû cejne bê cejnim le sayey fîrqetî towe
sebebkarim xudawenda bibînim min be řo řowe
be new’ê agirî fîrqet, le sîne û xatirim degrê
ke bêzarim le ’umrî xom, be des sûtan û bosowe
wekû mecnûn be bê çarî, le kêw û deşt, ’ewdałim
le hîcranit serasîmem wekû ferhad, be řûy kowe
nûydêkim bidatê, ger kesê emřo le xidmet dost
ewem la xoştire bîlla, ne wek ẍunçe be şewbowe
le gułzarî çemen çi bika, ke xałî bê le guł, bulbul
gułî min, bê xezan řoyî be xetit û xał û ebrowe
be xwênawî surişkim lêm geřê, bergim ḧenayî kem
newek baweř neka canan, bimênim çake, memşowe
dełêm bełkû bizanî «xałe mîrzaPen name» ẍerqî xwênawe
bibexşê pyałeyê, taze bibê ’umirim, lesernowe