legeł diłî xoda giftugokirdin

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  328 views
dełê: boç zułfî mehřûyan leber çî wa gij û xawe
syeh řengî şewe, boye le subḧî cebhe torawe
weha dûçarî gerdawî ẍem û cewrî ẍerîbî bûm
’îlacim nakirê, nabim xełas lew dane û dawe
bełê ew cûte řeşmare, ke awêzanî ser şane
debê ew boçî wa bê? lew qede, lawlawe aławe
be me’lûmî xełas nabê kesê lew cûte řeşmare
bibînî ew be çawî min çilon řesmêke kêşrawe
siruştî «sa» ye, řûxsarî, sipî û sûr, sêwî «serdeşt»y
ne; karî «dîme şoře», ya nehî sûraw û sipyawe
eger dû nergisî şehla beder xa «bedir» şeydaye
le te’qîbî nezaretgayî, ew şoxî şehên çawe
temaşay xałe mîrzaPen name ken çi şořêkî leserdaye
be pîrî çende eş’arî le řêgey ’eşq danawe