numayşgayekî jyan

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 2 minutes  294 views
behare mewsimî ’eyş û nîşat û badenoşîne
xeyałî ’aşiqî bê dił be da’îm zayełe û şîne
le ’eksî çerxî dûn perwer diłî řendan ’eza poşe
bełê ḧeqqî heye gerdûn, kewa bê bake řûy şîne
temaşay ḧałetî bulbul be umêd qetre awêke
şew û řoj nałe û şorî qerîbî mah û perwîne
çirîkey bulbul û qumrî le pay seru û semenda dê
diłî mîḧnet zedey min her le fîkir û matemî jîne
nesîmî subḧidem efşanî kird perdey guł û sunbul
leber çî emnî meḧzûn beharim lê be hawîne
le şewqî sebzezar û ḧusnî mehřûyan diłî ’aşiq
be daym guł gułe û sed pareyî ẍerqawe, xwênîne
çîye teqsîmî ’aşiq? da’îma her ḧesret û daẍe
meger cîlwey perîřûyanî nabê, boye ẍemgîne
were saqî dexîlit bim ke em pênc û dû řoje min
le řehnî mey werîbgire le min em ’umre şîrîne
bibexşe pêm, pyałey mey, le nowe taze ke ’umirim
be nadanîm le des derçû sebû, lew pence řengîne
heder çû ’umrî şîrînim, be zay’ řoyî ewqatim
’ebes serfim nekird řoḧim le řêy ew qudweyî dîne
xudawenda be lutfî xot bibexşe curim û ’usyanim
ke çunke xałe mîrzaPen name astanbosî «miḧêdîne»