bab 28

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 3 minutes  334 views

1) beła de axrî şemoy de hełatnî řojî hewełî ḧewtiwîda, miryem megdelîPerson û ew miryemî dîke hatin ke qebrî bibînin.

2) û eweta zilzileyekî gewre bû, çunke melayketî řeb le asmanê hate xwarê û çû berdekey xillor kirdewe û leser ewî řonîşt.

3) û řûy wî wekû birûske bû û cilî wî sipî wekû befir.

4) û le tirsî wî kêşkiçyan lerzîn û wekû mirdû bûn.

5) beła melayket cwabî da û be jinekanî gut: «engo metirsên çunke dezanim ke le yesû’î le sêdaredraw degeřên.

6) lêre nîye çunke hełsitawetewe çilonêkî kutî: «werin û bibînin cêy ke lêy dirêj debû.

7) û zû biřon û be şagirdanî wî biłên ke le nêw mirduwan hełsitawetewe û eweta wepêşû dekewê bo celîlî, lewê ewî debînin. eweta be engom kutuwe.»

8) û cêbecê le qebrî weder kewtin, be tirs û xoşḧałîy gewre û lingyan da ke be şagirdanî wî xeber biden.

9) û eweta yesû’ be pîrewey wan çû deygut: «selamun ’eleykum». we ewan hatne pêş û pêyanî wîyan girt û sicdeyan lê kird.

10) ew wextî yesû’ be wanî gut: «metirsên, biřon û be birayanî min xeber biden ke bo celîlî biçin û lewê emin debînin.»

11) beła wextêkî ewan deřoyîn eweta hêndêk le kêşkiçyan hatne şarî û be kahînanî gewre xeberyan da le hemû çitanî ke bûn.

12) û xiř bûnewe degeł pîran û tegbîryan kird û dirawî zoryan be ’eskeran da.

13) deyangut: «biłên ke şagirdanî wî de şewêda hatin û ewyan dizî wextêkî eme nûstibûyn.

14) û eger ew çite be gwêy ḧakmî biga eme ewî řazî dekeyn û engo xatircem dekeyn.»

15) û ewan dirawekeyan wergirt û kirdyan çilonêkî fêr kiran û ew qise weder kewtuwe lenêw yehûdyan heta ewřo.

16) beła ew yazde şagirdane çûne celîlî bo ew kêwey ke yesû’ be wan we’dey dabû.

17) û ke ewyan dî sicdeyan lê kird, beła hêndêk şikyan kird.

18) û yesû’ hate pêş û degeł ewan qisey kird, deygut: «hemû ḧîkmat de asmanda û leser erzê be min dirawe.

19) dena biřon û hemû mîlletan şagirdim biken be wey ke ewan te’mîd biken be nêwî bab û kuř û řuḧulqudus.

20) û ewan te’lîm biden, ke hemû çitanî ke be engo ḧukmim kirduwe řaybigrin û eweta emin degeł engom hemû řojan heta axrî dinyayê.»