bab 23

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  587 views

1) ew wextî yesû’ degeł xełkî û degeł şagirdanî xoy qisey kird;

2) deygut: «xwêndewaran û ferîsyan leser kursî mûsa řonîştûn.

3) dena her çî ke be engo biłên bîken û řaybigrin, beła wekû ’emelanî wan meken, çunke deyłên û nayken.

4) beła baranî giran û zeḧmet bo hełgirtinî debestin û leser şananî xełkî dadenên, beła ewan nayanewê ke be qamkî xoyan ewan bibziwênin.

5) û hemû ’emelanî xoyan deken hetakû le xełkî bibîndirên, çunke têfîlînanî xoyan pak deken û «sîsît»an gewre deken.

6) û pêyan xoşe cêy jûro de mîmanyanda û kursyanî bere jûr de kenêştanda.

7) û siławan de meydananda û le xełkî be řeb bang bikirên.

8) beła engo be řeb bang mekirên, çunke mamostay engo yekêke û engo hemûtan biran.

9) û be hîç kes leser erzê be babî xotan bang meken çunke babî engo yekêke, ewî ke de asmandaye.

10) û engo be «murşîd» bang mekirên, çunke murşîdî engo yekêke ye’nî mesîḧ.

11) beła ewey ke gewretre lenêw engo xizmetkarî engo debê.

12) û her kes ke xoy biłind bika, newî dekirê û her kes xoy newî bika biłind dekirê.

13) beła way bo engo xwêndewaran û ferîsyan, ey řyakaran, çunke derkey padşayetî asman leser řûy xełkî debestin, çunke engo wejûr nakewn û ewaney ke wejûr dekewn nayełn ke wejûr bikewn.

14) way bo engo xwêndewaran û ferîsyan, ey řyakaran, çunke małanî bêwejnan qut deden û be řyayê nwêjanî dirêj deken. leber ewey dîwanî girantir werdegirin.

15) way bo engo xwêndewaran û ferîsyan, ey řyakaran, çunke beḧir û ber degeřên ke yek murîd peyda biken, û wextêkî peyda bowe ewî dû car zyatir le xotan be kurey cehenemê deken.

16) way bo engo ey bełedkeranî kwêr ke dełên: «her kes ke be heykelî swênd bixiwa çitêk nîye, beła her kes ke be zêřî heykelî swênd bixiwa qerizdare.»

17) ey eḧmeqan û kwêran, kêhe gewretre, zêř yan heykelê ke zêřekey muqedes deka?

18) û her kes ke be mezbeḧî swênd bixiwa çitêk nîye beła her kes ke be dyarî ke leser ewye swênd bixiwa, qerizdare.

19) ey kwêran, kêhe gewretre, dyarî yan mezbeḧê ke dyarîyekey muqedes deka?

20) dena ewey ke be mezbeḧê swênd bixiwa be wî û be hemû çitî ke leser ewye swênd dexwa.

21) û ewey ke be heykelî swênd bixiwa, be wî û be ewey ke de wêda sakîne swênd dexwa.

22) û ewey ke be asmanê swênd bixiwa be textî xułay û be ewey ke leser ewê řonîştûh swênd dexwa.

23) way bo engo xwêndewaran û ferîsyan, ey řyakaran, çunke de yekî ne’ne û şwît û zîre deden û ew çitaney girantirî şerî’et ye’nî ’edałetî û řeḧim û emînîw becê hêştuwe. beła ewane lazme ke becê bênin û ewaney dîke ke becê neyełn.

24) ey bełedkeranî kwêr ke mêşûley depałêwin beła wiştirî qut deden.

25) way bo engo xwêndewaran û ferîsyan, ey řyakaran, çunke derewey camî û boşqapî pak deken beła de jûrêda piřn le zułim û bê ḧîsabî.

26) ey ferîsî kwêr, hewełê jûrî camî pak bike hetakû derewey wîş pak bibê.

27) way bo engo xwêndewaran û ferîsyan ey řyakaran çunke engo be qebranî sipîkiraw deşubhên, ke le derewe cwan dyarin beła le jûrewe le êskî mirduwan û hemû pîsyetî piřn.

28) her wa engoş le derewe bo xełkî sadiq dyarin, beła de jûrêda piřn le řyay û bê şerî’etî.

29) way bo engo xwêndewaran û ferîsyan ey řyakaran çunke qebranî pêẍemberan dirust deken û cêy qebranî sadqan deřazênnewe û dełên:

30) «eger eme de řojanî bapîranî xoman bibwayîn, degeł ewan de xwênî pêẍemberanda şerîk nedebûyn.»

31) dena şayedî leser xotan deden ke ewladî qatłanî pêẍemberanin.

32) engoş kêlî bapîranî xotan piř biken.

33) ey maran û ewladî mare gewrekan le ḧukmî cehenemê çilon hełdên?

34) leber ewey eweta emin pêẍemberan û ’aqłan û xwêndewaran denêrme kin engo, hêndêk le wan dekujin û le sêdarey deden û hêndêk le wan de kenêştanî xotanda qamçî lê deden û le şar bo şar deryan deken.

35) weha ke hemû xwênî sadiq ke leser erzê řijawe be ser engo bê le xwênî habîlî sadiq, heta xwênî zekerya kuřî berxya ke engo le mabeynî heykelê û mezbeḧêda kuşt.

36) řastî be engo dełêm: hemû ew çite leser ew silsiley dê.

37) ey urşelîm, urşelîm ke pêẍemberan dekujî û ewaney ke nardirawne kin eto berdebaran dekey, çend caran wîstim ke mindałanî to xiř bikemewe, çilonêkî mirîşk cuçkanî xoy lebin bałanî xiř dekatewe û netanwîst.

38) eweta małû bo engo wêran demênê.

39) çunke be engo dełêm: řeb dê.»