bab 1
1) kitêbî be weledbûnî yesû’ mesîḧ kuřî dawud kuřî îbrahîm.
2) îbrahîm îsḧaqî tewelûd kird û îsḧaq ye’qûbî tewelûd kird û ye’qûb yehûday û birayanî wî tewelûd kird.
3) û yehûda farês û zareḧî le tamarî tewelûd kird, û farês ḧîsrunî tewelûd kird, û ḧîsrûn aramî tewelûd kird.
4) û aram ’emînadabî tewelûd kird û ’emînadab neḧşûnî tewelûd kird û neḧşûn selmûnî tewelûd kird.
5) û selmûn bu’ezî le řaḧabî tewelûd kird û bu’ez ’ubeydî le řa’utî tewelûd kird û ’ubeyd yessay tewelûd kird.
6) û yessa dawud padşay tewelûd kird û dawud sileymanî le jinî uryay tewelûd kird.
7) û sileyman řîḧub’amî tewelûd kird û řîḧub’am ebîyay tewelûd kird û ebîya asafî tewelûd kird.
8) û asaf yehûşafatî tewelûd kird, yehûşafat yoramî tewelûd kird û yoram ’uzîyay twelûd kird.
9) û ’uzîya yutamî tewelûd kird û yutam aḧazî tewelûd kird û aḧaz ḧîzqîyay tewelûd kird.
10) û ḧîzqîya menessî tewelûd kird û menessî amûsî tewelûd kird û amûs yuşîyay tewelûd kird
11) û yuşîya yekunyay û birayanî wî tewelûd kird de wextî yexsîrî bablida.
12) û le paş yexsîrî babil yekunya sî’eltî’îlî tewelûd kird û sî’eltî’îl zêrobablî tewelûd kird.
13) û zêrobabil ebîhûdî tewelûd kird, û ebîhûd îlyaqîmî tewelûd kird û îlyaqîm ’azurî tewelûd kird.
14) û ’azur sadûqî tewelûd kird û sadûq îkîmî tewelûd kird û îkîm îlîhûdî tewelûd kird.
15) û îlîhûd îlî’azerî tewelûd kird û îlî’azer mettanî tewelûd kird û mettan ye’qûbî tewelûd kird.
16) û ye’qûb yusfî tewelûd kird. mêrdî miryemî ke le wî yesû’ be weled bû, ewî ke mesîḧ bang dekirê.
17) dena hemû silsilan le îbrahîm heta dawud çwarde silsilen û le dawud heta yexsîrî babil çwarde silsilen û le yexsîrî babil heta mesîḧ çwarde silsilen.
18) beła be weledbûnî yesû’ mesîḧ weha bû, wextêkî miryem daykî wî be yusif dezgîran bû, le pêş ewey ke hatne pêkewe peyda kira ke le «ruḧ alqidisArabic» awis bû.
19) û yûsif mêrdî wî ke sadiq bû û neydewîst ke ewî řîswa bika de fikirda bû ke ewî be dizî berełła bika.
20) beła wextêkî ew leser ewaney fikir dekird, eweta melayketî řeb de xewnekeyda bo wî aşkira bû, çunke ewî ke de wêda hamle buwe le řuḧulqiduse.
21) û kuřêkî dezê û nêwî wî yesû’ bang deka çunke ew qewmî xoy le gunaḧanî wan xełas deka.
22) beła ewe hemû bû hetakû tewaw bibê ew çitey ke le xuła kutrawe be destî pêẍember ke dełê:
23) «eweta bîkirêk awis debê û kuřêkî dezê û nêwî wî ’emanu’îl bang deken.» ke be terceme me’naye, «xuła degeł eme»
24) û ke yusif le xewê hesta çilonêkî melayketî řeb be wî emrî kirdibû kirdî û jinî xoy qebûl kird.
25) û ewî nenasî heta kuřekey zabû û nêwî wî yesû’î bang kird.