bab 2

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  598 views

1) û ke yesû’ be weled bû de beytulleḧmî yehûdîye de řojanî hêrodês padşada, eweta mecusyan le řojhełatî bo urşelîmî hatin.

2) deyan gut: «le kwêye ewey ke padşay yehûdyan be weled buwe? çunke estêrey wîman dîwe de řojhełatîda û hatûyn ke sicdey lê bikeyn.»

3) beła wextêkî hêrodês padşa ewey bîst têk çû û hemû urşelîm degeł ewî.

4) û hemû kahînanî gewre û xwêndewaranî qewmî xiř kird û pirsyarî lewan kird le kwê deba mesîḧ be weled bibê.

5) û ewan be wîyan gut: «de beytulleḧmî yehûdîda, çunke weha nûsrawe be destî pêẍember.

6) û etu ey beytulleḧim de wiłatî yehûdîda hîç çikoletir nî lenêw serdaranî yehûdîye, çunke le to meznêk weder dekewê ke qewmî min îsra’îl şwanî deka.»

7) ew wextî hêrodês be dizî mecusyanî bang kird û pirsyarî çakî lewan kird le wextî aşkirabûnî estêrey.

8) û ewanî narde beytulleḧmî û kutî: «biřon û soraẍî çak biken, beḧsî ew mindałey û ke peydaw kirdewe be min xeber biden hetakû emnîş bêm û sicdey lê bikem.»

9) û ke ewan qisey padşayan bîstibû řoyn û eweta ew estêrey ke de řojhełatîda dîbûyan le pêşî wan deçû, heta hat û řawesta leser ew cêye ke mindałeke lewê bû

10) û ke estêreyan dî be xoşḧałîyekî zor gewre xoşḧał bûn.

11) û ke wejûr małê kewtin ew mindałeyan degeł miryem daykî xoy dî. we kewtine xwarê û sicdeyan lê kird. we xezêney xoyan kirdewe û dyarîyanyan bo wî hêna: zêř û kondor û mora.

12) û ke de xewnêkîda le xułay huşyar kirabûn ke negeřênewe kin hêrodês, be řêyekî dîke bo wetenî xoyan çûn.

13) û ke ewan çûbûn, eweta melayketî řeb de xewnêkîda bo yusif aşkira bû deygut, «hełsite: mindałeke û daykî wî hełgire û hełê bo mîsir û lewê heta be tu biłêm: çunke hêrodês lew mindałey degeřê ke ewî hîlak bika.»

14) û ew hełsita mindałeke û daykî wî be şewê hełgirt û çû bo mîsir.

15) û lewê bû heta mirdinî hêrodês. hetakû tewaw bibê ew çitey ke le xułay kutrawe be destî pêẍember ke dełê: «kuřî xomim le mîsrê bang kirduwe.»

16) wextêkî hêrodîs dîtî ke le mecusyan mesxere kirabû: řiqî zor hełsita û nardî û hemû mindałanî kuşt de beytulleḧmê û de hemû serḧedanî wêda ke dû sał û kemtir bûn be ḧisabî ew wextî ke le mecusyan pirsyarî çakî kirdibû.

17) ew wextî tewaw bû ew çitey ke kutrawe be destî yermya pêẍember ke dełê,

18) «dengêk de řamêda bîstira: giryan û şînî zor. řaḧîl bo mindałanî xoy degrya û serexoşî qebûł nedekird, çunke nemawin.»

19) beła wextêkî hêrodês mirdibû: eweta melayketî řeb de xewnêkî de mîsirda bo yusif aşkira bû deygut:

20) «hełsite mindałeke û daykî wî hełgire û biřo bo wiłatî îsra’îl: çunke ewaney ke le gyanî ew mindałey degeřan mirdûn.»

21) û ew hełsita: mindałeke û daykî wî hełgirt û hate wiłatî îsra’îl.

22) beła wextêkî bîstî ke erkilawis de cêy hêrodês babî xoyda leser yehûdye padşayetî dekird, tirsa ke bo ewê biçê, beła ke de xewnêkîda le xułay huşyar kirabû, bo lay celîlî çû.

23) û hat û řonîşt de şarêkîda ke nasre bang dekira. hetakû tewaw bibê ew çitey ke be destî pêẍemberan kutrawe, ke ew nasrî bang dekirê.