der ḧeq me bi şîrê xwe meke teqsîrê

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  323 views
der ḧeq me bi şîrê xwe meke teqsîrê
nabit di şuẍla me bikî te’xîrê
tuẍrayê humayûn ku dikin turreyê emir
zulfa teye anîn ji xeta teḧrîrê
ḧusna te nizanim bi çi teşbîhê bikim?
«fî eḧsin tiqwîmArabic» lew hatîye tefsîrê
sirra te li dêm ayetê kubraye neşêm
lê neqil û rwayet dikirim teẍsîrê
ger qelbê ḧeqîqet nîye yekcar çiřa
’işqa te kirîn zîr û zeber iksîrê?
ma qudretê def’ê heye wer şêrê ’elî bit
lam’ ku bidit sa’qeya teqdîrê??
bê qudretê tu, quwetê mexlûqî çi kit
memnû’e li nik ’eqil ku bikit te’sîrê
ney bestê tilsimê me bi sed xane birit
qadir heye ’arf bikirit teqrîrê?!
ber dilber û leb ber leb û endam li yek
xewna me bi yarê bidnê te’bîrê
zatî ji wicûda me sebeb wê tu dizanî
na’ête ḧisabê felekê tedwîrê
ateşperesê wadîyê ’işqîn û ’eceb
dînarperes wê dibirin tekfîrê
miḧrabê du birhên te bibînit ’arf
nîyet çi bi cih bit dema tekbîrê
zanim te çi mizraq v dil keftîye lê
carek tu goyî di derbên tîrê
teqdîrê ku ḧukmî li melêPen name carî kit
qet kes heye mumkin bidetê teẍîyrê?!