hêvî û tewqe dikim ez ji xudana ḧeşemê

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  442 views
hêvî û tewqe dikim ez ji xudana ḧeşemê
wê nigar û senem û padşeh û muḧteşemê
carnan bendeyê dil suhtîyê mehcûr ve vinêr
bi lebê le’lê şekerbar û ji ’eynî keremê
pirsyarê li me carek bike şîrîn dehenê
ku perîhtîne firaqa te li ser derd û ẍemê
er ne hudhud ji seba bêt û wekî bayê seba
dê ji her kû bigehit destî v peykê ḧeremê
pirsyarê li me bit wer ne xwe mehcûrê ẍerîb
dê li kê ’erz bikim vê ẍem û derd û elemê?
«ḧaş lîlhArabic» ku bikim eşkere van ẍusse û derdan
wer bisujim ji ẍemê ’işqê tu ser ta qedemê
me bi seḧrayê wisala xwe derîn tu ji xudê řa
wer ne weqte ku bibîn ẍerqeyê beḧra ’edemê
ji gulistanê cemala te gulek bête zuhûrê
ji dinê dê biçtin navê bihşita iremê
şerḧê ḧalê ẍemê ’işqa te ji kû tête nivîsîn
medḧê ewsafê cemala te kuca tê řeqemê?
wî mecalê ku cemala xwe tecella dikirî
lazme secde bibîn ber te di wê gav û demê!
secde bîn ber te řewaye di ḧemî mezheb û dînan
kî dibit muşirk û kafir ji wî şîrîne femê!
ger bibim ber te sucûdê di dema keşif û şuhûdê
me li dil dê bidirit pertewê nûra qidemê
«qîbْletî wecْhuke fî kulّ sebaḧ we mesa’Arabic»
bi du ebrûyê te canan dixurim ez qesemê
mûyekê ez ji te nadim bi dused zîn û şirînan
çi dibit ger tu ḧisêb kî me bi ferhad û memê
te feřeng û ’erebistan û mecer têk sitandin
celewê xweş vegeřîn, hatîye newba ’ecemê
ma ji dîwanê se’adet sekirî şubhî melaPen name
tu bi navê m gedayî bikşîne qelemê