dilberê serdarê xûban ez nizam ageh heye

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  517 views
dilberê serdarê xûban ez nizam ageh heye
di ḧebis û zindanê esîr û girtîyê dermandeye?
girtîym mayîm di ḧebsê kî gelo mehder bikit?
carekê navê me bînit puř sewabek zêdeye
miḧnetê ḧalê esîran kî li mîran ’erze kit
dê bitin pursê li min lew puř bi řeḧim û şefqeye
ger bipurist carekê xatûn li ḧalê suxteyî
qufil û zincîr dê vebin bê isim û dest û mifteye
bend û zincîr dê vebin cerḧên di kul dê xweş bikit
lew ku navê dilberê dermanê derdê bendeye
her çi bîvêrê ku navê dilberê bêtin li ser
xweş dibit hadir di gavê bê guman û şubheye
bê guman xaka řîya wê tûtya û daneye
ger di çehvên kor ve înin xweş dibin pê dîdeye
meyîtê sed sale jî wê řê v ber qebrî kevit
dê vejî řûḧ bête ser sata xwe bêtin zindeye
meyîtan ew řadkit yekser dilan yeẍma dikit
ismê e’zem ma dizanit ya mesîḧa ew bi xweye?
ez dibêm ’îsaye ew, ya bû’elî sînaye ew
lew bi řemz û ’işweyan puř mu’cizat û şîweye
şîwe û řemzên di wê teşbîhî berqê lam’in
kûhê qaf bit ger dikit sata xuya bit perdeye
perdeya meḧbûb di nêv qelban ku dê kerker bikit
qet di perdê xef dibin xurşîd û mah û zuhreye!
zuhre û xurşîd û meh min dîn di qewsê hemqiran
suřřê da dil ’eqreban çerx û sema û hey heye
’eqreb û qews û quzeḧ vêřa muqabil muşterî
řoj û şev nûr wê diřêjin berqê daye sipêdeye
ew ḧemî vêkira me dîn têkil di çerxê carekê
her ji wan bê ḧalim ez eḧwal û ’işq û cezbeye
ḧal ji wê řemzê giha min mestê wê řemzême hêj
serxiweşim ḧetta ebed bê cam û neqil û badeye
serxiweşim bê cam û mey řemza nihîn ebter kirim
nagehan tîr dane dil lew kuşt hadir suxteye
kuştîyan xûn dî li qalb lew bi wî dê xweş bitin
hîvîyan qet nabiřim meqsûd me dîdara teye
hîvîyan qet nabiřim carek tu bêyî şefqekî
’eqdê iḧramê dê bînim hadrî bim secdeye
secdeya ber eswedan nadim bi sed ḧec ekberan
sûnd dixum bi wan zulf û xalan heçwekî bêjim weye!
sûnd bi wê zulfa syah ez ’abdê ḧusna teme!
xef dinûşim vê şerabê xweş şerab û qehweye
’umreke disujim bi xef çehvenêrê yek pursek teme
da beyan kim şerḧê ḧalê dil bi ḧerf û nukteye
sed hezar bar şakirim ez ku ji belqîsa perî
hudhudê şîrîn zeban îro xeberdarê meye
isim û navê tey şerîf xweş kir li min qelbê mirî
lew di medḧê te û senayê bûyîme çeng û neye
şubhetî çengê dinalim hêj ji dest daẍa qedîm
her wekî meş’el disujim dost nizam ageh heye?!
min divê ser li astanê her wekî tûlan nihim
belkî carek keyl bipurist ev çi meḧrûm tûleye?
ger bi navê tûleyan carek vexûnit bendeyî
bi melê xweştir ji mal û gewher û gencîneye
gewher û gencên melêPen name ḧusin û cemala dilbere
sed «ti’alî alilh tibarkArabic» ev çi ḧusin û cilweye?!