ku işaret bi bişaret bidirit neẍmeyê çeng

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  388 views
ku işaret bi bişaret bidirit neẍmeyê çeng
ji řuwê ayîneyê dil biřetin perdeyê zeng
fehmê řaz er bikirî wer bibhî mujdeyê saz
çengê bê perde dibêjit me ney û nayê bi deng
weh ku bê şahd û meḧbûb te ’umrê xwe buwar
karekî řabe bike weqte ku êvare dereng
berê meqsûd ji tûba negrîn me’lûme
me ji destê xwe yê kutah û ji payê xwe yê leng
dilê yarê me nebû nerim bi sed abê girî
eserê dê çi bikit ab bi sed qetre li seng?
sîne geh têt ku biker bit ew ji derbê muḧbetê
me ceger şubhetî barûte we dil maye peřeng
bi çi řengî me di dil xef bibtin gewherê ’işq
’aşiqan muḧbet û mihra zerîyan kifşe ji řeng
kifşe mecmû’ û perîşanîyê ḧalê me di dil
ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng
ne tinê gezme dibarin me ji qewsê du hilal
me ji mujganê syeh têne ceger tîr û xedeng
mislî wî qewsê hilalî ku du nûn reyḧanî
kê nişan dane ji şîraz û kê anîne ji yeng?
her li dora ḧecer eswed ḧebeşan çerx û tewaf
tên wuqûfa ’erefatê bi sema nûbî û zeng
sef bi sef turk û muẍul dugûş û hindî di kemîn
bi ’eceb hatne cengê ḧebeş û řom û feřeng
mîr û kirmanc li holan qederek westane
lê di nîvê bi sef û tîpê ’ereb hatne ceng
ji guher ẍunçeguşayê digirt durcê ’eqîq
bi şekerxende zenî ger bigrît şekkerê teng
were bê perde melaPen name vê ẍezelê bîne meqam
her dema bêne sema def bi def û çeng bi çeng