mey nenûşî şeyxê sen’anî ẍelet

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  570 views
mey nenûşî şeyxê sen’anîPerson ẍelet
ew neçû nêv ermenistanê ẍelet
mislî mûsa wî tecellaya te dî
ê tu dî kanê xeta kanêAlternative Versions: hanî ẍelet?
wê nedî bejna te û dayêAlternative Versions: danî qyas
ḧikmetê lew çûye burhanê ẍelet
setweta leylê yeqîn mecnûn tepand
wer ne qeys naket byabanê ẍelet
wek nişanîAlternative Versions: wî nîşanek neqiş û nişanek te dî
ê ku nîşanek te dî kanê ẍelet
ez giham ava ḧeyatê xef ji dil
xizir vajî çûye ḧeywanê ẍelet
şehnişînên nazkan zay’ mekin
da bibînî dil bi vê xanê ẍelet
ellah ellah çerx û dolabê binê
nuqte qet nakit di dewranê ẍelet
rûz û şeb her seyrê dîdara te tên
nakirin ew seyr û dewranê ẍelet
hon bibên meşşateyê xef danîye?
hemqiran kir xal û nîşanê ẍelet
dê bi ser canê me mirwet dame’êx
bişkowên benda girîbanê ẍelet
ser nebî ber kufrê zulfê ’aqbet
ez ditirsim lê ji îmanê ẍelet
pehnîya vê çerx û dolabê dinê
nisbeta der babê ’irfanê ẍelet
nusxeyê ’alem hemî ’inwaneke
nuqteyek nabit di ’inwanê ẍelet
qulzum û bayên muxalf tê puřn
da nekelşîn darê sukkanê ẍelet
da bizanî pehlewanî mûyeke
dest nedê «lilhArabic» mîzanê ẍelet
hûn binê meşşate’ê dîsa çi kir
hemqiran kir xal û nîşanê ẍelet
dest bişkesta reqîb îro binê
beşkuvî benda girîbanê ẍelet
wê di destê min gula geş puř xunav
ḧeyfe bulbul çû gulistanê ẍelet
hê ji sehwa xameyê bû wer ne min
ev ẍelet nakir di dîwanê ẍelet
wê li ser bejna te ev seywan veda
wer ne nada roj seywanê ẍelet
geh dil û geh can di bin turkên te tên
nakirin yeẍma û talanê ẍelet
meşrebê turkan firat û nîl kir
teşneleb çû terfê ’ummanê ẍelet
pîrê ḧikmetbîn li wifqa meşreban
kes nedî mey řêhte fincanê ẍelet
řaste yek qanûn seraser nîne tê
xwehrî û pêçên perîşanê ẍelet
pak tebi’ û qûwetek mewzûn divêt
da ji sen’et dit bi idmanê ẍelet
merdumên çehvên melêPen name ’eksa xwe dî
wek nişanî ma li nîşanê ẍelet