mibḧis rؤyةalilh ti’alî

From the Book:
Eqîdey Merziye
By:
Mawlawi Tawagozi (1806-1882)
 5 minutes  620 views
řu’yetî danay xefî û aşkar
aya bo na’îm aya bo bêdar
«fî zîhî alinşٲة ٲû daralqirarArabic»
ca’îze le lay qewlekey muxtar
er ca’îz nîye ḧezretî mûsa
leberçî fermûy «arînîArabic»? ewsa
hîç le cwawda «xalq alurîArabic»
fermûy «len ٲrîkArabic» ya xo «lin ٲrîArabic»?
be «lin tiranîArabic» cwawî dawe
nawînî to min wa bem îmawe
îsate to toy bem wesfe ke hey
min qa’îm be xom sermedîm û ḧey
řawês ew neş’e ba teşrîf bêrê
îbqay ḧeq xełat beqat binêrê
be çawî fanî nawînye baqî
baqî dewênê baqî we taqî
«wila sîyeّma ledî zî astima’Arabic
la yedulّû alinfisî ’elî alamtina’Arabic»
ru’yet, be xîlaf ew kes caḧîde,
ḧeqîqetekey new’î waḧîde
ye’nî înkîşaf û îdrakî tewaw
kewa ḧasłe le dway fetḧî çaw
lakîn «fî alşahdArabic» bûnî hes menût
be muḧazat û sa’îrî şirût
«misil xiruc alnur walşi’a’Arabic
ٲû balartisam ٲy balantiba’Arabic»
qyas le şahîd parçey kasîde
tenyage tantey le poy fasîde
ba derḧeq be ḧeq yektay yegane
ḧasił wê ew wext bê ew şertane
boç? wextê ke nefis werdey «maArabic» û «menArabic»
derçû le heřgaw zongî zewîy ten
«min ’alim alqidis qid tistimdّArabic
fitqiwî, tekmul, û tisti’îdّûArabic
liٲn yixilqe alxalqu alٲkibirArabic
fîha aladrak bîḧîsّ albisirArabic
bila zî alşirut û tilk alimḧinArabic
bi’d ala’adة lizak albidinArabic
faḧfiz za alzî kan laḧqaArabic
yila’mu ma merّe sabqaArabic»
bełkû le xizmet şêxî eş’erî
bo řoḧî řeḧmet le ẍayet ’erî
ew şirûtane kewa musbetin
esbabî ’adîy xełqî řu’yetin
îsteyç ca’îze xalîqî wedûd
bê ewan řu’yet bêrête wicûd
delalet deka lem qise temam
îxtîlafî cem’ seḧabey kîram
«fî wiqu’ha lîleة alٳsiraArabic
lihu ’ilîh silaة titrîArabic»
boç ’îlim û řu’yet dexey tefawet?
axir new’ keşif û ’îlmêke řu’yet
’îlimit be xalîq bê cîhet boç hes?
dîn bê cîhet hes bot te’elluq bes
eger dewînê bê muqabele
ba bwênye çe mucadele?
«lu yerîArabic» boçî bê çend û çûne?
«lu yerîArabic» boçî be çon meqrûne?
neqele alqazî ’îyazu alserîyّ
heye le xewda îcma’ le serî
ta îste leser cewazî řoyîn
le wiqû’îçî ba nextê bidwîn
xełatî wiqû’ řu’yetî barî
bem çawî sere û ḧałî bîdarî
des nada bo kes lem dinyayeda
her be şanî xetim enbyayeda
ḧetta řu’yetê ke bo ewîç bû
dełên wextê bû le dinya derçû
er «welî» îzhar dînî fermûge
ewe şihûdî ẍełebe bûge;
mestî gêcî da û xistye mele
witî řu’yete, ya mu’ewwele
bełê be neqłî teşkîk nemage
bo zor buzurgan be xew řûydage
wiqû’î řu’yet řojî qyamet
dewê be delîl kîtab û sunnet
er kesê biłê: tarîke çawim
tûşyarî delîl, zeḧmete nawim,
leber «lîlة albidirArabic» er dewênê
«alî ribha nazirةArabic» xwênê
emrê cewazî şikî nemawê,
muxbîrî sadîq xeberî dawê
ke waqî’ dewê, řase be teḧqîq
wacbe bewe gişt bikeyn tesdîq
lem metłebeda îcma’î ummet
ber le ḧudûsî înkar û bîd’et
bûge le serî wiqû’î řu’yet
kewa mustelzîm cewaze û sîḧḧet
leser emîçe ayey zahîre
meḧmûl le zahîr mutebadîre
ew îcma’yane zor mu’temede
lew îcma’e der řêgey pê mede
ba bes bê delîl ’ulemay kamîl
bêyne ser delîl cergey ehlî dił
çend kes hen derçûg le des nefsanî
museffa le řeng wesfî însanî
ar û dûy wicûd sûjyag newê
nîye lelayen hîç řoj û şewê
pêy dił le zincîr «ma swîArabic» mutłeq
muştaq dîdar meḧbûb berḧeq
beheşt cêy sirûr ẍem lêy ewder wê
derdî întîzar mewtî eḧmer wê
řase bêbake û îstîẍnay dewê
řêy řeḧmî meḧbûb berḧeq nakewê
perde le cemal nedêrêtewe
xoy le muştaqan bişêrêtewe
ḧaşa sed hezar mertebe dûre
’aşiq şad nebê bew şołey nûre?
be ḧeq be lîqay «baqî» şad ebin
her bew lîqawe dił’azad ebin
«rizeqena alilh bifzilhArabic
û ḧifzina min asar ’idilhArabic»
piştî em esłe îstîfabêze
damney layqe bem perawêze
wesif er cê bêłî talîbî zat bî
le ferzî «şah» bî deşê her «mat» bî
’îlmî kunhî zat bo kes řû nada
ne le dinyada ne le ’uqbada
er biłêy řu’yet bo delîl çîye?
řu’yet mufîdî ḧeqîqet nîye
zatê nîşaney bê nîşanî wê
deşê ’îlmî kes çî lê zanîwê?
ewe bête zebit zîhin û me’rîfet
her wicûde û selb, îzafe û sîfet
bê new’ û cînse naguncê «ma hu?Arabic»
«teqedّese men leys ٳla hûArabic»