newroz

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  428 views
newroze îmřo we’dey şadîye
cejnî serbestî û hem azadîye
newrozî pîroz řêkewtey şeme
em new’e cejne şaze, zor keme
sirwey nesîmî seḧer hatewe
ta pişkoy ẍunçe geş bikatewe
mujdey newbehar bide be bulbul
ta wekû şad bê be řuxsarî guł
le feyzî neş’ey nesîm wek mesîḧ
mirdiwanî par zîndû bûn seḧîḧ
fesłî wesłî yar legeł yarane
sereřay şadî bo diłdarane
debdebey gułan zemzemey bulbul
nezarey huzar lem çił bo ew çił
neqarey mînqar, murẍî seḧerxêz
neẍmey nekîsa û meclîsî perwêz
çirîke û çehçehey bazan wekû ’ûd
wekû dengî çeng be çeng bare cûd
şiney şengebî be ba eşnawe
wek kesê şad bê be aşnawe
fiřey qułingan be řûy hewawe
qetarî qazan qajey bedwawe
qumrî be qûqûy ya kerîm nałan
mil be tewqî zewq wefa bo yaran
meşşatey seba neş’ey bo gułşen
zînetî dabû be bûkî çemen
erẍewan taray sûrî leser mil
lerey lerzaney egrîcey sunbul
şimşad le şadî şaney zulfî yar
neẍmey murẍî zar, hat le mîrẍuzar
sinewber be naz serwîş xeraman
’er’er řeqsan bû yasemen xendan
birîqey şewnim beser bergî guł
wek ’ereq le řûy meḧbûbî çi guł
nergis pyałey zêřîn beser dest
le xew hełsita xumar û çawmest
seḧnî çemenîş bû be lalezar
têr’aw be xwênî ’aşîqanî zar
lem bezme her kes diłêkî hebû
wek bulbul ’îşwey gułêkî hebû
cêge û mekanî herdû sara bû
mezey mezaqî nawî leyla bû
pîşey têşe û şax her wekû ferhad
nawî şîrînî ke ehate yad
emîn bû ’aşîq le wadî eymen
xarî byaban boy bû be gułşen
eger debînî le mesafey dûr
dirextî mûsa hełgîrsa le nûr
çil sałe «xadîmPen name» her wekû pergar
dewrey em deşte eda wekû har