ẍezełêkî bê nawnîşan

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  327 views
ey be yadî çaweket lebrîze dił meyxaneye
wey be nawî to çiraẍan xaneyî wêraneye
dił eka meşqî perêşanî be yadî zulfî to
wa perêşane diłim bo tuřřeyî to şaneye
yek nîgahit řengî şoxî xiste bezmî cem’ewe
şoxîy çawî ẍezałanim xetî peymaneye
ta le zułmatî derûn her gah xeyałî řût ekem
ser le řewzen dadenê mehtab lem wêraneye
xaneyî ’umirim eba seylî ḧewadîs bo fena
em kelamem ger temaşa ken ełên efsaneye
ta be key lefzî cudayî bê le beynî êmeda
aşna bûm le ewweł bo ełêy bêganeye
ta le îqlîmî fenada bûm be tîflî perwerş
şîrî memkî dayey min badey meyxaneye
řêy fena bigre eger talîb beqayî xadîmPen namea
řûy le sengî asyabe ’aqîbet em daneye