wełamî mîrza ’ebdułłay şa’îr bo eḧmed şukirî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  342 views
ٲḧimd alilhArabic bo eḧmed şukirî
cê şanazîye her fîkirî bîkirî
şukirî xwa ekem bo em nî’mete
kufranî nî’met lay min zeḧmete
serî her mûy min bibê be zuban
şukirî em şukirey pê nakirê beyan
ke edîbî way, kirduwe be yarim
bo em nî’mete şukir guzarim
xoş lehce û fesîḧ, şîrîn zubane
şî’rî be wirdî melîḧ beyane
her beytêkî ew wekû îqlîme
bo ehlî nezer hemû te’lîme
namey şîrînit geyşte destim
be badey yadit boye wa mestim
şemał çirpandî mujdey to be gwêm
le xoşî ewe, nemzanî le kwêm
fereḧî daye diłî ẍemnakim
řewşenî daye çawî nimnakim
namet enîsî meḧfelî şadî
şî’irit celîsî le ẍem azadî
’îbaret şîrîn xoş lehce û eda
bo cezbî diłim wek ka û kareba
’eybim nabînî çawî řezatan
wesfim nûsrabû ke dîm lelatan
mexzenî ḧubbe, sîney sefatan
daym her ekem şukirî wefatan
min wa ebînî ḧusnî zennî to
we’îlla le xar çon guł eçnî to
be şukirî şukirî mezaq şîrînim
mexlesî ’ehd û wefay dêrînim
be tałanî bird pîrî hêzekem
dûbare ẍemî qewm hozekem
destim delerzê le nûsîn wek bî
xeyałim perte demaẍim tepî
le qisey nařêkim ebê bibûrî
qełbim qebûł ke xawen şi’ûrî
naqey natîqem ewa lêre kewt
leber bê hêzî ewa le pê kewt
edeb perwerdey edîbî kurdim
xadîmPen namey ehlî zanist û wirdim